Paradîgmaya nû ya şoreşan
Şoreşgerê îro ne tenê ew kes e ku serketinê dike hedef; Ew kes e ku dest li dilê gel dipêçe û avaniya civakê ji nû ve ava dike. Niha şoreş ne tenê li kolanan, di hiş, çand û nav kevana jiyana rojane de ava dibe.
Şoreşgerê îro ne tenê ew kes e ku serketinê dike hedef; Ew kes e ku dest li dilê gel dipêçe û avaniya civakê ji nû ve ava dike. Niha şoreş ne tenê li kolanan, di hiş, çand û nav kevana jiyana rojane de ava dibe.
‘Di rastiyê de ez nehatime guhertin, hê sosyalîst û parazvanê herî radîkal ê civaka polîtîk-exlaqî me. Yê ku diguhere-vediguhere serdema ku ji nû ve ava dibe, dem, civak, çîn, amûr, rê û rêbazên ku di têkoşînê de tên bikar anîne. Ji ber vê yekê min bêhevsengiya navbera tiştên min bihîst û tiştên min dîtin fêm kir û ji bo vê jî ez ketim pêvajoyeke nû ya têkoşînê. Yên ku pirsdikin û rexne dikin ev çi ye û weke serîtewandin îfade dikin, divê pêşî bipirsin bê ka çi kirine, li ku derê ne û li ser navê peresanê jî nekarîne kevirekî jî deynin bila vê yekê lêpirsîn bikin...”
Veguherînên civakî ne tenê di şertên aborî û siyasî de bi şikestinên di cîhana fikrî ya mirovan de jî dikare were dîtin. Di trajektoriya dîrokî de ku ji krîza modernîteyê heta kaosa postmodern, ji hilweşîna reel sosyalîzmê heta xwerêveberiya demokratîk, armanca fikrên radîkal her tim dengê bindestan gihandina siberojê bûye. Di vê çarçoveyê de Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo, têgihiştineke rewşenbîrî ya ku ji çarçoveya şoreşgerî ya klasîk wêdetir derbas dibe, temsîl dike.
BI ZANISTIYA CIVAKÎ RE FIKIRÎN
Divê 'Banga Aştî û Civaka Demokratîk' a Rêber Apo rast were fêmkirin û li gorî zanistên civakî û ruhê serdemê bê destgirtin. Bi nêrînek li gorî dem û cih, an jî serdem û mercên heyî nêzîkbûn, pir girîng e. Ji ber ku her dem hem krîzan hem jî derfetan di nava xwe de hildigire. Şîrovekirina bûyeran li ser bingeha perspektîfên kevin û têgehên jiberkirî bêyî analîzkirina rastiyên serdemê; hewl dayîna ravekirina dema niha bi hin gotinên ji rabirdûyê xeletiyek e ku ji destpêkê ve hatiye kirin. Divê ziman û armanca vê bangê ne tenê weke axaftineke siyasî, di heman demê de weke gava bingehîn a teorîk a civakîbûneke nû bê dîtin.
Bi heman awayî, hewl dayîna şirovekirina paradîgma û nêzîkatiya sosyalîst a Rêber Apo bi jêwergirkirina hin civaknas an zanyarên civakî û gotina "Binêrin, vî kesî ev gotiye, ev pirtûk vê dibêje" ne rêbazek rast e. Şîrovekirinên bi vî rengî tê wateya nefêmkirina tevahî ya ramana Rêber Apo û ev yek dibe sedema şaşbûnek cidî. Ji ber ku mesele li vir ne tenê helwestek teorîk e, di heman demê de nûkirina ramana şoreşgerî di warê rêbazî de ye.
RUHÊ DEMÊ Û GUHERÎNA PARADÎGMAYÊ
Pêwîst e ku em ne li gorî îdeolojî û teoriyên kevin ên ku derbasdariya xwe winda kirine, bi raman û stratejiyên şoreşger ên nû yên ku ji bo hewcedarî û giyanê îro guncaw in, nêzîkî paradîgmaya Rêber Apo bibin. Asêmayîna di rabirdûyê de tê wateya girtina helwestek ku li dijî jiyan û rastiyê ye. Dem tiştên bi tevahî cûda ji me re dibêje; serdem jî me bi rastiyên ku ji rabirdûyê pir wêdetir diçin re rû bi rû dike. Tespîtên 'Analîzên şênber ên şert û mercên şênber', 'teorî gewr e, lê dara jiyanê kesk e', nirxandina 'Her tişt diherike' û 'Yekane tişta naguhere guhertin bi xwe ye' ya Herakleitos, bersiveke bêhempa ji bo wan kesan e ku weke tiştek neguheriye hewl didin bimeşin. Lê belê ji bo îqnakirinê jî pewîstî bi rêgehê heye; ya kevn, zingargirtî, teoriyên ku di vê serdemê de bi kêr nayên, îdeolojiyên qalibbûyî, stratejiyên statîk û dogmatîk divê ji holê bêne rakirin, her wiha rêyên berê yek bi yek bêtirs û fikar divê bêne rakirin. Ji ber vê yekê pêwîstî ne bi dilsoziya îdeolojîk heye, pêwîstî bi nermbûyîna şoreşgerî heye ku rastiya fikrî û madî ya serdemê ji we re dike esas.
Şoreşên serdema nû êdî bi rêbazên kevin nikarin werin pêkanîn. Ji ber ku her tişt bi demê re guheriye: îdeolojî, paradîgma, awayên hilberînê, çîn û têkiliyên civakî veguheriye. Şûna wan çînên nû, tebeqeyên navîn û dînamîkên civakî yên cûda hatine girtin. Gavên mezin ên di teknolojiyê de - ji lêkolîna fezayê bigire heya zekaya sûnî û amûrên mîna ChatGPT - cîhan gihandiye serdemeke bi tevahî cûda.
Ne mimkûn e ku guhertinên wiha radîkal bandorê li şoreşên civakî nekin. Ger hêzên hilberînê û çînên civakî guherîne, wê hingê divê stratejiyên şoreşê jî biguherin. Ger hêzên ku dê şoreşê bikin veguherîne, wê hingê divê şêwaz, rê û amûrên şoreşê li gorî wê ji nû ve werin pênasekirin. Hewldana pêkanîna şoreşa îro bi rêbazên serdema kevin tê wateya asêbûna di rabirdûyê de. Û hûn bi vî rengî nikarin bigihîjin tu derê.
Li ser bingeha van hemû guhertinên berbiçav, Rêber Apo ji bo şoreşên ku divê di serdema heyî de pêk werin, paradîgmayek civakî ya nû pêşkêş dike. Vêya bi lêhûrbûneke mezin a rewşenbîrî, stratejiyên nû yên ku li gorî ruhê serdemê ne pêş dixe û bi van stratejiyan têgihîştineke nû ya şoreşê ava dike.
Di vê pêvajoyê de, ew tezên rêberên şoreşger ên klasîk ên wekî Marks, Engels, Lenîn, Stalîn û Mao ji nû ve dixwîne û analîz dike. Lê belê, li şûna dubare kirina wan, ew wan li gorî şert û mercên îro ji nû ve dinirxîne. Rêber Apo, modelên kevn ên şoreşê - teoriyên navendî yên desthilatdariyê, dîktatoriya proletaryayê, rêbazên li ser bingeha hêz û çekan - êdî ji bo serdema me ya niha balkêş nabîne. Li şûna wan, nêzîkatiyên nû yên îdeolojîk, teorîk û stratejîk ên ku li gorî hewcedariyên serdemê ne, hewce ne ku werin pêşve xistin.
Eger em behsa şoreş, demokrasî, wekhevî û xwişk-biratiyê dikin, divê ev nirx bi rastî li ser bingeha gel bin. Şoreş divê şoreşeke gel be; demokrasî divê demokrasiyeke gel a rastîn be ku tê de gel xwedî gotin be; aborî divê pergaleke wekheviyê ya li ser bingeha komunal be ku tê de her kes xwedî par be. Şoreş û rêveberiya ku xwe naspêre gel, xwe dispêre komeke çekdarî, rêveberiya ku di nava burokrasiyê de fetisî ye û her tişt di destê komeke bijarte de hatiye komkirin ne şoreşeke rasteqîn e, ne rêveberiyeke rasteqîn e, ne jî parvekirineke aboriyê ya wekhev e. Wekhevî ne tenê divê amûrek be, di heman demê de wekî beşek ji avahiya civakî û çandê jî were avakirin. Şoreşên bi vî rengî yên ku bi navê proletarya an rizgariya neteweyî têne kirin û ji gel qutkirî ne, tenê dikarin rûyekî din ê şoreşên burjuwa bin.
DUBAREKIRINA RABIRDUYÊ NE ŞOREŞ E
Dema ku em li dîrokê dinêrin, em dibînin ku şoreşa Sovyetê li ser navê dewlet û proletaryaya saf hatiye kirin, lê ew veguheriye avahiyek ku ji gel qut bûye û nedemokratîk e. Encam çi bû? Piştî 70 salan, ji ber nakokiyên xwe yên navxweyî hilweşiya. Bi heman awayî, gelek welatên ku ji bo rizgariya neteweyî şer dikirin di dawiyê de bûn beşek ji pergala kapîtalîst ji ber ku ew li ser bingeha netew-dewlet hatine organîzekirin. Îro li cîhanê yek civakek sosyalîst jî nemaye. Ev nikare mîna tesadufî bê dîtin. Têrê nake ku pergala kevn were hilweşandin û dewletek din an şêwazek din a hilberînê li şûna wê were danîn. Ger ev welat piştî demek kurt vegerin kapîtalîzmê, ev nîşan dide ku xeletiyên dîrokî û avahîsaziyê yên ku di stratejiyên wan ên şoreşgerî de hatine kirin bi berdewamî têne dubare kirin.
Xeletiyeke stratejîk û dûrketina îdeolojîk a cidî heye. Di aliyê îdeolojî û teorî de ji îdeolojiya burjuwa veneqetiyaye. Şoreşek tê kirin, lê dû re her tişt hildiweşe. Ji bo sosyalîst, şoreşger û kesên ku xwe wekî pêşeng bi nav dikin ne mimkûn e ku ji vê rewşê bêyî lêpirsîn û lêhûrbûneke kûr derbas bibin. Tevger hene ku ji sed salî zêdetir e li heman cihî ne, heman rêbazan dubare dikin. Ev avahiyên ku hewl didin bi çek, zor û tundûtûjiyê pêşve biçin, nekarîne ji çend gavan wêdetir biçin, nekarîne di nav gel de kok bigirin û ji marjînalbûnê wêdetir neçûne. Niyet çiqas samîmî bin jî, encamên berbiçav eşkere ne: fedekariyên mezin hatine raberkirin, lê serkeftin nehatiye bidestxistin. Têkoşîn di asta komê de mane; nekariye bi gel re bibin yek û nekarine serketinê bi dest bixin.
Îro jî, gelek tevger hene ku hewl didin bi têgihîştin, rêbaz û zîhniyeta kevn a şoreşgerî pêşve biçin. Heta ku ew bi vî rengî berdewam bikin, ew ê nikaribin ji cihê ku lê ne wêdetir biçin. Heta ku sed salên din jî derbas bibin, encam naguhere; Tiştên ku di demên berê de qewimîne, dê dîsa biqewimin. Ji ber ku di dubarebûna dîrokî de asê man têkoşînê pêş naxe; ew wê vediguherîne rîtuelek nostaljîk, ne berxwedanek. Di encamê de şifek mirov berovajî bike jî encam heman e.
AVAKIRINA CIVAKA DEMOKRATÎK RÊBAZEK JI DURÎ TUNDIYÊ YE
Rexne û perspektîfa çareseriyê ya Rêber Apo ji bo vê yekê ye. Paradîgmaya nû ya ku ji hêla Rêber Apo ve hatî pêşxistin ji her cûre serdestî dûr dikeve, ji gel û avahiyên burokratîk qut dibe. Ew sîstemek pêşniyar dike ku bi tevahî xwe dispêre gel û gel digihîne asta bi îradeya xwe tevbigerin. Di vê sîstemê de, gel hêzek e ku hem şoreşê dike û hem jî wê didomîne, beşdarî rêveberiyê dibe û jiyana xwe birêve dibe. Ev model, ku di bingeha xwe de komunal û demokratîk e, li ser rêxistinek civakî ya li derveyî avahiyên desthilatdariya klasîk hatiye damezrandin. Rêber Apo sosyalîzma ku bûye şewqek pergala kapîtalîst; burokratîk, dewletparêz, di bin kontrola serdestan de û ji gel dûr e, rexne û red dike. Di şûna wê de, ew sosyalîzma demokratîk diparêze, ku nasname, bawerî û cûdahiyên civakî nas dike; û armanc dike ku civakek beşdar û azadîxwaz derkeve holê. Ev paradîgmaya nû rê li ber veguherînek li ser gel vedike, ne tenê ji hêla îdeolojîk ve, di heman demê de ji hêla pratîkî ve jî.
Di vê çarçoveyê de, her ku diçe eşkere dibe ku veguherîna şoreşgerî ne tenê di avahiya dewletê de, di heman demê de di tevna navxweyî ya civakê de jî divê pêk were. Bi taybet di warên wekî çand, exlaq, têkiliyên civakî û jiyana rojane de guhertineke kûr pêwîst e. Ji ber ku şoreşek civakî ya rastîn divê ne tenê li saziyan, di heman demê de awayên fikirîna mirovan, nirx û têkiliyên wan bi hev re jî veguherîne.
ŞÊWAYEK NÛ YA RÊXISTINBÛNÊ: YEKBÛNA NASNAMEYAN
Rêber Apo diyar kir ku di vê serdemê de hilweşandina dewletekê û avakirina dewleteke din li şûna wê, bi gotineke din avakirina dewleteke sosyalîst an jî neteweyî, li şûna dîktatoriya bûrjûvayê dîktatoriya proletyayê ye û destnîşan kir ku li şûna avaniya aborî ya kolhoz û sovhoz a Stalînîst sîstemeke ji mulkiyeta malbatê ya ji nava xwe, komunal û nerm hîn bêhtir li şert û mercên heyî tê; sîstema herî rast yanî sîstema sosyalîst demokratîk ev e û li hemberî şêweyên rêxistiniyê yên klasîk ên kevn, alternatîfên nû pêşkêş dike. Ev alternatîf ne tenê cudabûneke rêxistinî ye, di heman demê de ji nû ve pênasekirina têgîna desthilatdariyê ye.
Rêber Apo dibêje ku li erdnîgariyên ku cudahiyên etnîkî û olî bi hev ve girêdayî ne, modelên rêxistinî yên cuda ji bo her nasnameyê dibin sedema windakirina hêzê; avahiyên wiha bê guman neteweperestiya herêmî ji nû ve çêdikin. Her wiha dibêje ku ev veqetandin dibin sedema nakokî û pevçûnan. Rêber Apo dibêje ku divê em bi hev re xwe birêxistin bikin û hemû çîn û baweriyên bindest di bin yek banî de bibin yek. Di cîhanek ku sermayeya navneteweyî û hêzên serdest bi hev re tevdigerin, neçar e ku bindest jî berê xwe bidin rêxistinek hevpar. Tenê bi vî rengî dikare civakek demokratîk, sosyalîzma demokratîk û neteweyek demokratîk were avakirin. Ev nêzîkatî bingeha siyasetek hevdem a hevgirtinê pêk tîne.
Rêber Apo bi zelalî dibêje ku êdî ne watedar e ku tezên şoreşgerî yên ku 100-200 sal berê hatine nivîsandin, werin guhertin bo roja îro. Rêber Apo diyar dike ku, nêzîkatiyek wiha tê wateya dubarekirina ya kevin bêyî ku serdema nû were fêmkirin. Ji ber vê yekê, Rêber Apo diyar dike ku taktîkên nû, rêbazên nû, şêweyên nû yên rêxistinê û stratejiyên nû yên ku ber bi civakek demokratîk ve diçin divê li gorî ruhê serdemê werin pêşve xistin. Ev raman bi zelalî di manîfestoya wî ya nû de cih digirin.
Rêber Apo diyar dike ku ramanwerên wekî Marks, Engels, Lenîn, Stalîn û Mao tezên girîng ji bo serdema xwe pêşxistine û dibêje ku ev tez ji bo cîhana îro derbasdar nînin û aîdî şert û mercên wê demê ne. Rêber Apo, tîne ziman ku di serdemeke ku her tişt diguhere de, divê têgihîştina şoreşê jî biguhere û dibêje li şûna "şoreş" pênaseya "tekamûl" wê rasttir cih bigire. Di Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk de, Rêber Apo bi zelalî dibêje ku ne sosyalîzm û ne jî demokrasî bi têkbirin û wêrankirinê, avakirina dewletek nû, mezinkirina artêşê û bi yekdestdarkirina aboriyê, nayên damezrandin. Ev nêzîkatî pêşniyar dike ku ji têgihîştina klasîk a şoreşê ya ku li ser desthilatdariyê disekine ber bi ramana veguherînek beşdar a navendî ya civakê ve biçin.
Bi van rê û rêbazan, bi navê sosyalîzmê netew-dewlet hate avakirin, netew-dewlet hate mezinkirin; bi netew-dewletê re jî civaka demokratîk bi temamî hate astengkirin. Lê belê, civaka demokratîk bi têkoşîn û helwestgirtina li dijî dewletê, li dijî pêkanînên dij-demokratîk ên dewletê, li dijî qanûnên dervê civakê, li dijî polîtîkayên wê yên zordar, înkarker, qedexeker, neteweperest, zayendperest, olî û tenê zanist-navendî, tê avakirin. Li vir, divê demokrasî ne wekî pergalek ku ji nava dewletê bê were hesibandin, wekî zemînek bingehîn ku civak dikare xwe bi awayekî azad bi cudahiyên xwe îfade bike. Bi gotineke din, civakek demokratîk dikare bêyî hilweşandina pergala kevin were damezrandin; bi kurtî pîvanên neteweya demokratîk çiqas bi xurtî li hember prensîbên bingehîn ên netew-dewlet têbikoşe, ewqas dikare civaka demokratîk pêş bixe. Çareseriya pirsgirêka Kurd jî dê bi vê têgihîştinê, ango bi derbaskirina avahiya derxistina netew-dewlet û avakirina civakek demokratîk, gengaz be.
Têkoşîn ku tê dewam kirin, şerê ku tê meşandin, çareseriya pirsgirêka Kurd kamil kiriye û gihandiye platformên navneteweyî. Li ser bingeha rastiya ku azadiya gelê Kurd encax li kêleka mafên li her çar parçeyan dikare pêk were, Rêber Apo ji bo Aştî û Civaka Demokratîk bangek kir û azadiya gelê Kurd li ser vê eksenê bi cih kir. Ev yek destnîşan dike ku divê çareserî bi tenê li ser bingeheke etnîkî yan jî di nava modeleke klasîk a dewletê de neyê gerandin; li şûna wê, wê bi rêya civaka pirjimar, demokratîk û herêmî ya rêxistinkirî pêk were.
HETA PARADÎGMA NEYÊ GUHERTIN ŞOREŞ PÊK NAYÊ
Em jibîr nekin ku şoreşgerê îro ne tenê ew kes e ku serketinê dike hedef; Ew kes e ku dest li dilê gel dipêçe û avaniya civakê ji nû ve ava dike. Niha şoreş ne tenê li kolanan, di hiş, çand û nav kevana jiyana rojane de ava dibe. Tevgerek ku nekaribe ruhê demê fêm bike, ew ê nekaribe veguherîna civakê mayînde bike.
Her têkoşîna ku nikare feraseta li ser esasê desthilatdariyê derbas bike, nikare veguherîneke ku jiyana azad a gelan mayînde bike, pêk bîne. Ji ber ku şoreş ne tenê guhertina desthilatdariyê ye; di heman demê de avakirina exlaqeke nû, şêweyeke nû ya têkiliyên civakî û nêrîneke nû ya jiyanê ye.
Û xala destpêkê ya vê pêvajoyê guhertina bi kok a paradîgmayê ye. Heta paradîgma neyê guhertin, şoreş tenê wê sîbera berê ji nû ve hilberîne; ne heqîqet, wê dubarekirinê hilberîne.