Referandûma li Katalonya di 9’ê Mijdarê de ye
Referandûma li Katalonya di 9’ê Mijdarê de ye
Referandûma li Katalonya di 9’ê Mijdarê de ye
Herêma Katalonya ya xweser a Îspanya di 9’ê Mijdarê de wê biçe referandûmê. Biryarnameya têkildarî referandûmê ji aliyê Serokê Katalonya Artus Mas ve hat îmzekirin.
Serokwezîrê Îspanya Marîano Rajoy diyar kir ku referandûma bê kirin wê li derveyî qanûnê be û wê asteng bikin.
Artus Mas ê li hember gotina têkildarî hikûmeta Îspanya ya 'derveyî qanûnî' nerazîbûn nîşan da û got ku dikarin qanûnên xwecihî bi kar bînin.
Mas, gotibû ku eger li hember wan muxalefeteke dijwar bê meşandin jî wê tevgera aligirê serxwebûnê xebatên xwe bidomîne.
Katalonyaya ku Barselona jî di nav de ye yek ji cihê herî zêde xwedî sanayiyê ye û yek ji herêmên ku herî zêde alîgirê serxwebûnê ye.
Çavlirê ye ku eger referandûm pêk were wê kesên serxwebûnê dixwazin bi ser bikevin.