Redkarên wijdanî dê li Amedê bên cem hev

Redkarên wijdanî dê li Amedê bên cem hev

Redkarên Wijdanî û yên li dijî şer di 15’ê Gulanê Roja Redkarên Wijdanî ya Cîhanê de li Amedê dê bên cem hev û ji bo pêvajo veguhere aştiya civakî tê nîqaşan bikin. Redkar dê di meha tîrmehê de li Muglayê Hevdîtina Redkarên Wijdanî ya Navnetewî pêk bînin.

Ji Platforma Redkarên Wijdanî ya ji bo Aştiyê Ercan Aktaş, diyar kir ku divê di pêvajoya çareseriya pirsgirêka kurd de redkarên wijdanî jî rola xwe bilîzin. Aktaş wiha got: “Aştî bêdengkirina çekan nîne.   Bêdengkirina çekdan, agirbeste.  Aştî civakî  ye. pêvajoyeke ku divê bi dînamîkên civakê re pêk were ye. Di vê pêvajoyê de heta ku mumkun be divê paşde gav avêtin tune be û  şîdet bi dawî be. Ez wisa dixwazim.

Aktaş da zanîn amadekariyên 15’ê Gulanê Roja Redkarên Wijdanî ya Navnetewî dest pê kirine û ji ber vê sedemê jî dê xebata xwe li Amedê bidin destpêkirin.  ligorî agahiyên Aktaş dane, di 18-19’ê Gulanê de rekdarên wijdanî û yên li dijî şer, dê  şahidên şer bînin cem hev û  ji bo ku pêvajo biguhere aştiyeke civakî tiştên pêwist bike.

HEVDÎTINA REDKARIYA WIJDANÎ YA NAVNETEWÎ DI TÎRMEHÊ DE  YE

Her wiha di meha tîrmehê de li Muglayê Hevdîtina Redkarên Wijdanî ya Navnetewî dê pêk were.  Ji Misir, Suriye, Israîl, Filîstin, Kibris, Alman û Îngîlîstanê dê redkarên wijdanî û yên li dijî şer tevli bibin.

Aktaş da zanîn  ku bi taybet herêma Akdenîzê  hilbijartine û got dê di hevdîtinê de nîqaşên berfireh li dijî pergala serdest bên kirin.

Aktaş got;Em hewl didin ku redkarên wijdanî û yên li dijî şer der barê pêvajoyê de bê deng nemînin. Ev hevdîtin jî dê lingekî vê yê navnetewî be.