Rawestgeha dawî ya Nobeta Wijdan û Edaletê Îzmîr e

HDP nobeta dawî ya  Wijdan û Edaletê wê li Îzmîrê bike. Partiyê bang li gelê Îzmîrê kir û got, ‘’Em bang dikin her kes tevlî vê têkoşînê bibe li dijî faşîzmê wêrekiyê û têkoşîna hevpar dide ber xwe.’’

Rêxistina Bajêr a Partiya Demokratîka a Gelan (HDP) a Îzmîrê ji bo Nobeta Wijdan û Edaletê ku 15’ê Tebaxê dest pê bike daxuyaniya çapemeniyê da. Hevseroka Bajêr ê HDP’ê Gulay Gun Bilîcî diyar kir ku nobet wê 15’ê Tebaxê li Meydana Gundogdu dest pê bike, 6 rojan bidome, li qadê ku 24 saetan wê vekirîbe ew ê nobeta dadmendî, aştî û demokrasiyê bigirin.

‘EM Ê BI BERXWEDANÊ FAŞÎZMÊ RAWESTÎNIN’

Gun Bilîcî diyar kir ku jehrkuja faşîzmê wêrekî ye û got, ‘Heta ku hevserok, wekîl, şaredarên me girtî bin, qeyûm li ser kar bin, Rewşa Awarte domdar be e em ê berxwedanê bidomînin. Faşîzmê rawestînin. Li vî welatî ji bo em faşîzmê rawestînin divê em dadmendî û aştiyê saz bikin.’’

‘EM BANGA HEVGIRTINÊ DIKIN’

Gun Bîlîcî wiha got:

‘’Ya ku wê me li Tirkiyê li cem hev bigire ne Kurdbûn, Tirkbûn û Elewîbûna me ye, ne Sinnebûn û rastgir û çepgirîbûna me ye. Tenê demokrasiyeke xurt ku wê wekhevî, azadî, dadmendî û aştiyê sazkar bike dikare me li cem hev bigire.’

Bîlîcî her wiha got, ‘’em bang li her kesî dikin tevlî nobetê bibin ku li dijî faşîzmê wêrekî û têkoşîna hevpar daye ber xwe.’’

BERNAME

Hevserokê Mahfûz Guleryuz jî têkildarî nobetê got: ‘’Em ê li ber Navenda Çandê ya Turkan Saylan werin cem hev û bimeşin. Sat 12.30’an li ber Konsolosxaneya Yewnan a li Meydana Gundogdu em ê civîna xw ya komê çêbikin.’’

Guler got Îzmîr bajarekî girîng e, ji bo nobetê wan kar û barê xwe kirine, ji bo ewlehiyê wan tevdîr standine û got: ‘’Xwedîderketina li vê Nobeta Wijdan û Dadmendiyê xwedîderketina li dahatuya me ye.’’