Raportorê NY’ê Şahîd: Îran bi paş ve diçe
Raportorê NY’ê Şahîd: Îran bi paş ve diçe
Raportorê NY’ê Şahîd: Îran bi paş ve diçe
Raportorê taybet ê Mafê Mirovan ya Neteweyên Yekbûyî (NY) Ahmed Şahîd ku wek mêvanê Federasyona Karkerên Trasnport ên Swêdê hat Stockholmê, tevlî panela ku li Navenda Perwerdeya Karkeran pêk hat bû, her wiha nûnerên Sudwîng ya Mafê Mirovan Sholeh Zamanî û Hassan Naybet-Hashem jî tevlî bûn. Şahîd di panelê de diyar kir ku piştî Ruhanî wek Serokkomar hatiye hilbijartin li Îranê binpêkirina mafan zêdetir bûye.
Panela ku parlamenterê Ewropayê Jtte Gutelend bi rê ve bir û Serokê Navenda Olof Palme Jens Orbac axaftina vekirinê kir, Ahmed Şahîd axivî û diyar kir ku hikûmeta Îranê di 3 salên dawî de 5 caran ketina wî ya welat asteng kiriye û got wî bi rêya telefon û înternetê rapora xwe amade kiriye.
Binpêkirinên mafan ên li Îranê; binpêkirina mafê rêxistinbûnê, şîdet û zexta li ser sendîkavanan, newekheviya li ser jinê, zewaca zarokan, mêtingerî, êrîşên bi asîtê yên li dijî jinan, sererastkirinên ku welat paşde dibe û zêdebûna zextên li ser jin û karkeran zêde bûne.
DI DEMA RUHANÎ DE ZÊDETIR BÛ
Şahîd bi lêv kir ku Ruhaniyê ku di dema hilbijartinan de soza reformê daye, piştî hatiye hilbijartin soza xwe neaniye cih û got: “Ruhanî wek modern û nûbûnê tê qebûlkirin. Salek berê behsa reformê dikir. Min dixwest ez bawer bikim. Lê di dema wî de qet nûbûn çênebû. Qanûnên berê pêk tên. Di dema wî de hejmara kesên hatine dervekirin derket 1980’î. Her wiha hejmara kesên di temenê biçûk de hatine darvekirin jî zêde bûne.
Ruhanî ku ji Tîrmeha 2013’an hat ser kar, heta Hezîrana 2014’an 852 kes bi darve kir û di nava kesên hatine darvekirin de 8 zarok jî hene. Ji 8’ê Hezîrana 2014’an heta niha jî 30 kes jî ji ber baweriya xwe ya olî di girtîgehê de ne.
Zextên li ser rojnameger û rewşenbîran zêde bûye, niha 35 rojnameger di girtîgehê de ne. Şîdeta li ser jinê gelek zêde bûye û li Îranê ji sedî 66’ê jinan di nava malbatê de rastî şîdetê tên.
27 PÊŞENGÊN KARKERAN DI GIRTÎGEHÊ DE NE
Rejîma Îranê ji bilî sendîkayên xwe avakirina sendîkayan qedexe kiriye û pêşengên karkeran yên li dijî vê qedexeyê sendîka ava kirine, tên girtin û dikin girtîgehê.
Şahîd da zanîn ku rewşa karkeran bi taybet jî ya karkerên di kanan de dixebitin her diçe dijwartir û xetertir dibe û got: “Di 10 mehên destpêkê yên vê salê de 1501 karker di qezayên kar de jiyana xwe ji dest dan. Li gel hemû zext û tehdîdên rejîmê di xebatên rêxistinbûnê ya karkeran de zêdebûn hat dîtin û wek mînak jî sendîkaya ku ajokarên otobusên Tehranê ava kirine nîşan da.
Şahîd bi lêv kir ku pêşengê vê rêxistinê Reza Shahabî li gel pirsgirêkên wî yên tenduristiyê yên giran ji sala 2010’an de ye di girtîgehê de ye û got: “Yên ku cesareta lêgerîna mafê xwe nîşan didin tên sûcdarkirin. 27 pêşengên karkeran ji ber xebatên sendîka di girtîgehê de ne.
ZAROKÊN 5 SALÎ DI FABRÎKAYAN DE DIXEBITIN
Shole Zamanî jî di axaftina xwe de diyar kir ku jinên Îranê bi pirsgirêkên mezin re rû bi rû ne û got ku li Zanîngehan tevî ku ji sedî 62 jin in, jî tenê ji sedî 16 dikarin bixebitin û got: “Jin diwazin tevlî jiyana kar bibin; lê mixabin gelek jin ji vê derfetê fêdeyê nagirin.
Newekheviya di navbera xizan û dewlemandan de gelek mezin e û mûçe ji ber bilindbûna enflasyonê, ne di asta ku karkeran derbas bikey de ye. Hejmara karkerên ku beyî sîgorta dixebitin gelek zêde bûye. Bi taybet jî rewşa jinên penaber û karkeran gelek xerab e.
Min zarokên 5 salî yên di fabrîkaya tuxleyê de dixebitin dît. Zarokên Afgan ji bo debara malbata we neçarin bixebitin."
Zamanî bal kişand ser bernameya 14 xalî ya lîderê Olî yê Îranê Ayetullah Alî Hameney ku di meha Gulanê de aşkera kir û got ku nifûsa Îranê wê ji 78 mîlyonî di sala 2025’an de derkeve 150 mîlyonî. Zamanî got ku di pêşnûmeya nû ya hatiye amadekirin de ji bo mêran derfetên kar tên dayîn.