Rapora Reyhanli: 50 hezar Suriyeyî ji malên xwe nekarin derkevin!

Rapora Reyhanli: 50 hezar Suriyeyî ji malên xwe nekarin derkevin!

Mazlum Derê der barê êrîşa Reyhanli de raporek amade kir û balkişand ser provakasyonên komên fanatîk û got ger pêşî lê neyê girtin dê di navbera şêniyên Reyhanli de pevçûn derkeve. Di raporê de hat gotin ku 50 hezar Suriyeyê nekarin ji malê xwe derkevin û cih îdiayên ku welatiyekî Suriyeyê hatiye lînçkirin lê di qeydan de  wekê di teqînê de  miriye hatiye derbaskirin.

Mazlum Derê der barê teqîna Reyhanli ya 11’ê Gulanê de raporek amade kir û balkişand ser êrîşên nîjadperest û hewldanên lîncê.

JI 50 KESÎ 4 SURIYEYÎ NE

Li gorî raporê xizmên kesên jiyana xwe ji dest dane ji 13’ê Gulanê şûnde mînakên xwînê dane û got: “Ji 50 kesê mirine 4 heb Suriyeyî ne. Ji birîndaran jî 6 heb Suriyeyî ne.”

Di berdewamiya raporê de hatiye kirin ku kesekî ku hatiye lînçkirin di qeydan de wek ku miriye hatiye derbaskirin û wiha hat gotin: “Piştî bûyera Reyhanli welatiyekî ji Suriyeyê tê lînckirin.  Lê di qeydan de tê îdiakirin ku ev kes ji ber teqînê miriye.

Di raporê de hat gotin ku piştî teqînê li navçeyê komeke qelebalix kîjan Suriyeyî dîtine lînç kirine, êrîşê wesayîtên plakaya wan ya Suriyeyê  ye kirine. Di encama erîşan penaberên Suriyeyê ji ber tirs û fikaran ji mala xwe nekarin derkevin û birîndaran nekarin bibin nexweşxaneyê.

Di raporê de îfade cih girti:

Ji teqîna 11’ê Gulanê welatiyên Suriyeyê  ji tirs û fikara êrîşan neçar dimînin Reyhanli terk bikin û hinek jî nekarin ji malê xwe derkevin.

Ligel ku birîndarin, ji tirsa nekarin biçin nexweşxanê, tedawiya wan bi veşarî tê kirin.  Her wiha ji ber ku nekarin derkevin, malbatê wan yên Suriyeyê û cînarên wan alîkariyê didinê.

Di raporê de cih dan van tespît û pêşniyaran:

-Piştî teqînê ligel ku 3 roj derbas bû jî der barê qada teqînê de faliyetên tamîrkirinê nehatiye kirin.  Kavil nehatiye rakirin, li ser avahiyên hatine texrîbkirin xebat nehatiye kirin.  Şop û travmayên bûyerê hêj didome.

-Piştî komkujiya 13’ê Gulanê komeke Reyhanli êrîşê her welatiyê Suriyeyê dike û wesayîtên plakaya Suriyeyê texrîb dikin.  Ketine avahiyên Suriyeyiyan û xwestina mala wan bişewitîne û wan derb bikin. Koma ku her roj hejmar awan zêde dibe, li Reyanli digerin û rê kontrol dikin kesên Suriyeyî lînç dikin. Her wiha bi sedan hêzên çevîk ên li Reyhanli balê dikişîne. Lê mixabin ev bûyerên wisa di bin şahidiya wan de pêk tên.

NÊZÎ 50 HEZAR SURIYEYÎ NEKARIN JI MALÊ XWE DERKEVIN

-Nêzî 50 hezar Suriyeyî ji tirsan nekarin derkevin derve. Nekarin tedawiyê xwe bikin.

- lijneyên alîkariyê alîkariyê nadin nava bajar û Suriyeyê. Buro girtîne û ji ber êrîşan xebatan nakin.

-Piştî teqînê hatiye gotin deriyê sînor yê Cîlvegoz hatiye girtin û ji ber vê alîkairyên fermî nadin Suriyeyê.

GELEK MÊRÊN TIRKIYEYÊ YÊN ZEWICANDÎ JI SURIYEYÊ JINA DUYEMÎN TÎNIN

-Navçeya Reyhanli nifûsa wê 60 hezare û 100 Suriyeî lê zêde bûne. Ligel vê di saziyên fermî de hejmara xebatkaran nehatiye zêdekirin, kêm kirine.  Li nexweşxaneya welatî mexdur dibin.  Gel vê mexduriyetê ji welatiyên Suriyeyê dibînin. Ev jî bandorê li ser gelê Reyhanli dike.

-beriya bûyerê, li Reyhanli û derdora wê gelek mêrên Tirkiyeyê  ji hevserê xwe veqetiyane û ji Suriyeyê jin anîne û pêre zewicîne.

FALIYETÊN SERWÎS ÎSTÎXBARATÊ TÊN MEŞANDIN

-Ji bo alîkariyên Suriyeyê, bazirganiya kaçaxvaniyê gelek nokteyên derbasbûnê hatibûn avakirin.wesayît derbas dibin, sewqiyat tê kirin. Ev ji bo ewlehiyê tehdîdet û ji bo her tiştî tê bikaranîn. Ev nokteyên Atme (Tir jî derbas dibe) û nokteya Hacipaşa ye.

-Gelek serwîsên îstîxbaratê li Reyhanli û derdora wê faliyetan dimeşîne. Tê gotin ku îrtîbata wan bi Suriyeyîan hene.

DI KONÊN SERSAXIYÊ DE PROPAGANDAYA FANATÎK

-Piştî teqîna Reyhanli îdiayên der barê ku dê êrîş li Antakya an jî bajarokên Harbiye û Samandagê bê jiyîn jî zêde dibin.  Her roj tê gotin ku wesayîteyeke bombebarkirî hatiye desteserkirin.

-Li Reyhanli li her kolanê konê sersaxiyê hatiye avakirin. Komên fanatîk tên kon û propagandayê dikin.

GER MUDAXALEYÊN FANATÎKAN NEKIN DÊ PEVÇÛND DERKEVE

Esnafên mezin û aliyê bazirganî ji hebûna Suriyeyê di alî aborî de fêdeyê digire. Ger ku komên Fanatîk Suriyeyîyan û lijneyên alîkariyê ji Reyhanli dur bixin dê Reyhanli di navber xwe de bikeve nava pevçûnê.