Ragip Duran: Yenî Akît parametreya AKP'ê ye
Ragip Duran: Yenî Akît parametreya AKP'ê ye
Ragip Duran: Yenî Akît parametreya AKP'ê ye
Rexnegirê çapemeniyê Ragip Duran, diyar kir ku çapemeniya nêzî hikûmetê ji bo ji geşedanên neyênî re berpirsan peyda bike HDP’ê hedef digire. Duran da zanîn ku ev çapemenî bi talîmata hikûmetê weşanê dike û ji bo Kurd ji siyaseta demokartîk bêpar bên hiştin kampanya dimeşînin.
Nivîskar rojnameger, rexnegirê çapemeniyê Ragip Duran, li ser weşanên alîgirên hikûmeta Tirk ku HDP’ê hedef nîşan dide axivî.
ÇAPEMENIYA ALÎGIR GUHERIYE
-Di pêvajoya çareseriyê de tê payîn ku çapemeniya alîgir zimanê xwe biguhere. Lê tevî evqas dem jî, ev berpirsyarî aniye cih gelo?
Çapemeniya alîgirê AKP, Erdogan û Davutoglu di nûçe û sernavên xwe de cuda bûne. Du sedemên vê guherînê hene. Piştî ku Erdogan bû serokkomar, li gorî berê kêm be jî parçebûnek heye. Ji ber ku Erdogan berê di AKP’ê de yekane rayedar bû. Piştî Erdogan bû serokkomar, kesekî din ket cihê wî kêm be jî parçebûnek bi xwe re anî. Ya duyemîn jî; li hemû welatan bi giştî hemû bûyerên girîng ên civakî, teqîn di desthilatdariyan de di nava wan de parçebûn hebe jî rê li ber nêrînên cuda vedike.
Di 6-7’ê Cotmehê de ku nêzîkatiya hikûmetê ya li dijî Kobanê hate protestokirin di desthilatdariya siyasî de rê li ber parçebûnê vekir. Serokkomar, serokwezir, wezîrê karên hundir di heman mijarê de nêrînên cuda vedibêjin. Çapemeniya alîgir jî ji ber ku ne azad in van radigihîne. Dema desthilatdarî parçe dibe hema nabe alî. Nêrînên cuda jî diweşîne. Dema wisa ne serbixwe be wê tevlîhev be. Di mijara Kobanê de wiha bûn. Tiştên du roj berê nivîsîbûn, berevajî vê nivîsin. Nêrînên Koalîasyona Navneteweyî ya di meseleya DYA û Erdogan û PYD, Kobanê jî rê li ber vê vekir. Ancax çapemenî azad bibe dikare rast ragihîne.
TIŞTÊN RAYEDARÊN AKP’Ê NEGOTINE, BI ME DIDIN XWENDIN
-HDP û Selahattîn Demîrtaş çima bûn hedefa çapemeniya alîgir? Mînak rojnameya Akîtê di rojên buhrî de sernavê ‘kujerê kurê min Demîrtaşe’ bikar anî.
Çapemeniya alîgir dema nikaribe siyaseta desthilatdariyê biparêze neçar dimîne ku berpirsekî ku rexne dike testpît bike. Der barê Kobanê de bi dehan kes mirin û çapemeniya alîgir weke ku Demîrtaş ev kuştine nîşan da. Şîdeta polîsan jî piştguh dike. Ji ber vê jî çapemeniya alîgir ji xwe re li berpirsekî digere. Hemû berpirsyarî xist ser Kurdan. Lê berpirsê şîdetan ne HDP ye. Mînaka Yenî Akîtê girîng e. Ez bi xwe, bi taybet dixwazim Yenî Akîtê bixwînim. Rojnameyeke ku têkiliya xwe ya bi Erdogan re baş nîşan dide. Zimanekî nefretê yê baş bikar tîne. Dijminahiya Kurdan dimeşîne. Di koleksiyona wan de her tim dijminahiya Kurdan heye. Gerînendeyê Giştî yê vê rojnameyê xistibûn Heyeta Aqilmendan. Yenî Akît yek ji parametreyên desthilatdariya siyasî ye.
-Lêgerîna evqas ‘têkiliya kur’ ne zêde ye gelo?
Dema mirov li polîtîkaya 2-3 salên dawî ya Yenî Akîtê dinêre, mirov dibîne ku dewleteke hiqûqê ya demokratîk naweşîne. Ne tenê meseleya Kurdan, ji bo jin, Ermenî, kêmar û hevzayendan jî heman gotinên nefretê bikar tîne. Têkiliya deshilatdariyê ya bi rojnameyeke wisa re karesat e. Di zemîna qanûnî de divê rojnameyeke wisa dernekeve. Makîneyeke ku sûc dike.
-Gelo di aliyê pêvajoya çareseriyê de bi hevkariya çapemeniyê dixwazin Kurdan qels bikin?
Ne tenê di aliyê pêvajoyê de; çapemeniya alîgir bi giştî herî zêde bi HDP û CHP’ê de ketiye. Armanca rojnameyekê ev e ku deshilatdariyê rexne bike, lê mixabin her tim muxalefetê rexne dike. Belê tiştên ku we der barê pêvajoyê de gotin rast e. Her çiqas em bêjin bi rêgezî pêvajoya çareseriyê hebe, tevî ku her kes aştiyê dixwaze, AKP’ê bawerî neda gel. Li Parîsê bi kuştina sê şoreşgerên jin destpê kir. Di her carê de şikestin çêbûn. Ocalan di daxuyaniya xwe ya dawî de got ku me pêvajoya mirî zindî kir. Rayedarekî ku dibêje çi eleqeya Kobanê bi Tirkiyeyê re heye, ‘DAIŞ û PKK wekhev e’ ‘PYD terorîst e’ heye. Di rastiyê de muzakereyek tune."
HEWL TÊ DAYÎN KU HDP BÊ KRÎMÎNALÎZEKIRIN
Di pêvajoyên wisa yên qada navneteweyî de helwesta çapemeniyan bi dewletan re wiha ye gelo?
Ez di hinek pêvajoyên serkeftî de li wir bûm. Di dema têkiliya artêşa Îrlanda û hikûmeta Îngîlîstanê de ez li wir bûm. Çapemeniya li wir bi giştî ne alîgir e. Tiştên ku divê bên veşartin an jî neyên gotin neweşand. Ji ber ku çapemeniya her du aliyan jî aştî dixwest.
Di çapemeniya Kurd de sebrek mezin heye. Ji serî de cidî tevgeriya lê bersiva vê negirt. Bi çapemenî û siyaseta Kurd re hema hikûmet bê hemberî hev mirov dibînin ku hikûmet qet ne samîmî ye. Divê em vê lêpirsîn bikin. Hikûmet di vî karî de ketiye nava bendewariyên din. Li gorî hilbijartinan dîrokê diyar dike. Çapemeniyê di vê mijarê de rexneyek cidî nekir. Ev kar hinek pisporiyê dixwazin.
-Ji bo ku HDP û siyaseta Kurd bi giştî ji siyaseta demokratîk bê qutkirin, dibe ku rolek wisa hatibe girtin?
Çapemeniya Tirk ne serbixwe û azad e. Nêrîn û refleksa desthilatdariyê nîşan dide. Rast e, dixwazin HDP’ê krîmînalîze bikin. Partiya siyasî wek rêxistina sûc nîşan didin. Kasayên HDP’ê sifir nebûne, HDP’ê bazirganiya esrarê nekiriye. Xwediyên desthilatdariyê ji bo notralize bikin serî li her rê dane. Lê ji ber ku bi ser neketin ji bo serkeftinê qezenc bike bi israr e. Heta niha nikarîbû muxalafeta Kurd notralîze bikin. Di dagirkirina Kobanê de di roja 12’an de gotin Kobanê dikeve. Çapemeniya alîgir jî heman tişt nîşan da.
ÇAPEMENIYA ALÎGIR BAWERIYÊ NADE AKP’IYAN JÎ
-Bi rojnamegeriyek wisa gel dîsa di bin bandorê de dimînin, çawa pêşî dikare li vê bê girtin?
Bi rojname, radyo, televîzyonan rastî bi sînor in, lê xîtabî girseyekê dikin. Hûn nikarin baweriyê bidin her kesî ku PKK û DAIŞ wekhev e yan jî Erdogan kesekî bêqisur e. Rastiya medyatîk ancax demekê li ber xwe bide. Hevalên ji Kobanê hatibûn agahiyên xweş dan. AKP'yiyan li Rihayê bi awayekî veşartî di nava xwe de pere berhev kirine û dane PYD’ê. Gotine ji destê me ev tê, biborin vê qebûl bikin. Ev tiştekî gelek xweş e."
-Li dijî kampanyayên lîncê tu dibêjî qey rêxistinên çapemeniyê nabin xwedî helwest?
Ez tevlî xebata çapemeniya herêmî jî dibim. Rêxistinên çapemeniyê yên Tiriyeyê, Cemiyeta Rojnamegerên Tirkiyeyê, Komeleya Rojnameyên Hevdem û Sendîkaya Rojnamegerên Tirkiyeyê tên. Dixwazin der barê pîşeya rojnamegeriyê de tiştekî bikin lê dema meseleya Kurd dibe mijar ne li pêş in. Jixwe em di mijara rojnamgeriyê de zêde ne rêxistinkirî ne û di mijara sendîkayê de qels in. Lê rojnamegerî li gorî min muxalîfbûn e. Jixwe ger her tişt baş bûya her tişt di cih de bûya wê hewcedarî bi rojnamegeriyê nemaba.