Qirkirina ku ev 100 sal in dewam dike: Seyfo!
Suryaniyan nerazîbûn nîşan dan, ku bi dehan cih û berhemên Asûrî-Suryaniyan radestî Xezîneyê hatine kirin û gotin, ev yek dewama qirkirina Seyfo ya 1915'an e.
Suryaniyan nerazîbûn nîşan dan, ku bi dehan cih û berhemên Asûrî-Suryaniyan radestî Xezîneyê hatine kirin û gotin, ev yek dewama qirkirina Seyfo ya 1915'an e.
Gelê Asûrî-Suryanî-Keldanî ku yek ji gelên qedîm ên Mezopotamyayê ye, ji ber komkujiyên ku di herikîna dîrokê de lê hate kirin li çar aliyên cîhanê belav bû û hewl dide hebûna xwe biparêze.
Komkujiya herî giran û mezin a li Suryaniyan hate kirin, di sala 1915'an de pêk hat. Di vê qirkirinê de ku 1.5 mîlyon Ermenî hatin kuştin, 500 hezar Suryanî jî hatin kuştin. Vê yekê weke komkujiya 'Seyfo' yanî 'Şûr' cihê xwe di nava rûpelên dîrokê de girt. Bi vê komkujiyê re Suryanî li çar aliyên cîhanê belav bûn û niha li gelek welatan bi taybetî li Ewropayê hewl didin hebûna xwe biparêzin.
Bi rêya komele, enstîtu û weqfên li welatên lê ne ava kirine ji aliyekî ve hebûna xwe diparêzin, li aliyê din jî hewl didin dêr, keşîşxane û berhemên xwe yên dîrokî yên li welatên jê hatine biparêzin. Lê belê encamên di vî warî de derdikevin holê, ne bi dilê wan e. Li Mêrdînê, ku Suryanî lê dijîn, xeteriyeke gelekî mezin li ser avahî û berhemên dîrokî hene. Bi taybetî, piştî ku AKP'ê bi rêya qeyûm destdanî ser şaredariyên Kurd, zext, zordarî û êrîşên li hemberî gel û saziyên baweriyên cuda yên li Kurdistanê dest pê kirin. Ewilî tabelayên bi zimanên Kurdî, Ermenî û Suryanî hatin daxistin. Di serî de li Mêrdînê, li gelek cihan pêvajoya desteserkirina keşîşxane, dêr û avahiyên dîrokî dest pê kir.
Serokê Enstîtuya Asûriyan a Belçîkayê Naîl Beth-Kînne, Serokê Seyfo Center Sabrî Atman, Hevserok Federasyona Asûr a Elmanya û Ewropa Navîn Shabo Hadîko, Serokê Komeleya Asûriyan a Gutersloh a Elmanyayê Morrîs Dal û Aktîvîstê Medya Civakî yê ji Swêdê Gabrîel Agirman Beth-Kathe, nerazîbûn nîşanî pêkanînên dewleta Tirk û AKP'ê dan, destnîşan kirin, ku ev yek dewama qirkirina Seyfo ye û xwestin tavilê dest jê berdin.
AVAHIYÊN HATINE DESTESERKIRIN ÊN SURYANIYAN E
Serokê Enstîtuya Asûrî ya Belçîkayê Naîl Beth-Kînne bibîr xist, ku Suryanî yek ji gelên herî kevn ên herêmê ye û anî ziman, desteserkirina mal û milkên wan dewama qirkirinê ye.
Naîl Beht-Kînne got, "Li navçeya Mîdyat a Mêrdînê Dêra Afrem û Mor Teodoros a li gundê mor (Azîz), Dêra Mor Dîmet a li gundê Arbo, Keşîşxaneya Mor Loozor a li gundê Mercîmeklî, li navçeya Nisêbînê Dêra Mor Gogo ya li gundê Gunyûrdû, Keşîşxaneya Mor Melke ya li gundê Uçkoyê, Dêra Mor Aho ya li gundê Dagîçî û Keşîşxaneya Mor Yakûp a li gundê Dîbekê, her wiha gelek cihên bi vî rengî ji aliyê dewletê ve hatin desteserkirin. Pêşeroja Suryaniyên li Mîdyatê dijîn digihêje heta 1700-1800 salan. Û rastiyeke ku ji aliyê her kesî ve tê zanîn, ev hemû mal û milk ê Suryaniyan e."
'BI NIRX Û HESTÊN SURYANIYAN DILÎZIN'
Beht-Kînne bibîr xist, ku salên 1914-1915'an di komkujiyên Ermenî, Suryanî û Rûm de jî heman tiştî rû da û got, "Ne tenê dest danîbûn ser malên wan; her wiha zarok, extiyar, ciwan û jin jî kuştibûn. Niha jî li Şengalê komkujî li Êzidiyan tê kirin. Li Cizîr, Sûr, Nisêbînê bi heman rengî komkujiyên mezin li Kurdan hatin kirin. Sala 1923'an malên Elewiyan hatin desteserkirin û radestî Diyanetê hatin kirin. Di sedsala 21'ê de heman pirsgirêk derdikevin pêşiya me. Mejî heman mejî ye, tiştek nehatiye guhertin. Bi vê biryarê re bi nirx û hestên Suryaniyan dilîzin."
Beht-Kînne destnîşan kir, ku polîtîkayên dewleta Osmanî ya li ser xwîna gelên ne Misilman ava bû, îro ji aliyê AKP'ê ve tê dewamkirin.
'QIRKIRIN DEWAM DIKE'
Saziya Seyfo Center, ji bo kuştina 500 hezar Asûrî-Suryaniyan weke qirkirinê bê naskirin ava bû, di vî warî de dixebite. Serokê Seyfo Centerê Sabrî Atman anî ziman, ku ji ber zext û komkujiyan li Tirkiyeyê û herêma Tûr Abdînê bi qasî 15 hezar Suryanî mane û desteserkirina avahî û berhemên dîrokî yên Suryaniyan weke dewama hewldana qirkirinê bi nav kir.
Atman diyar kir, feslefeya avabûnê ya dewleta Tirk li ser tinekirina gel û baweriyên li herêmê ava bûye û wiha dewam kir: "Dewleta Komara Tirkiyeyê navê projeya Tirkkirina erdnîgariya Anatolî û Mezopotamyayê ye. Di oxira vê projeyê de bi mîlyonan mirov hatin kuştin, malên wan hatin desteserkirin. Suryanî, Ermenî û Rûm, ku ji gelên qedîm ên vê erdnîgariyê ne, hatin qirkirin."
Atman da zanîn, ku ev projeya Tirkkirinê hê didome û got, "Eger hesab ji qirkirina 1915'an bihata pirsîn, wê di roja îro de rêveberiya Tirk ev kiryarên dike, nekarî bikira."
Atman bal kişand ser înkara dewleta Tirk û got, "Înkarkirina qirikrinê tê wateya dewama qirkirinê. Her wiha qirkirin ne tenê kuştina mirovan e. Qirikrin navê helandina komên cuda, ol û etnîkên cuda, navê tinekirina hebûnên wan ên çandî ye. Pêwîste desteserkirin û talankirina dêr, keşîşxane û axa Suryaniyan di vê çarçoveyê de bê nirxandin."
Atman da zanîn, herêma Tûr Abdîn erdnîgariya ku di dilê bi sed hezaran Suryaniyên li Ewropa, Amerîka û Awûstralyayê dijîn de ye û got, "Suryanî di hest û fikir de Tûr Abdîn her tim parastine. Ku firsendê dibîne yekser berê xwe dide wir."
'EM Ê BÊDENG NEMÎNIN'
Hevserokê Federasyona Asûr a Elmanya û Ewropa Navîn Şhabo Hadîko ev pêkanîn weke 'derba dawî' ya li Suryaniyan tê xistin bi nav kir û got, "Hewldana desteserkirina keşîşxane, dêr, goristan, weqf, mal û milkên Suryaniyan ji aliyê dewleta Tirkiyeyê ve, tê wê wateyê ku Qirkirina 1915'an hê dewam dike. Bi vê yekê re Komara Tirkiyeyê hewl dide derba dawî li me Suryaniyan bixe û dawî li hebûna me bîne."
Hadîko bibîr xist, ku ji ber zext û komkujiyên li Tirkiyeyê li wan hate kirin, nîv mîlyon Suryaniyan berê xwe dan welatên Ewropayê, bi qasî 3 mîlyon Suryanî koçî welatên cuda yên cîhanê kirin û anî ziman, ku desteserkirina dêr, keşîşxane, weqf û saziyên cemaweriyê yên gelê wan, talan, xesp û êrîş e.
Hadîko destnîşan kir, ku ew ê li pêşberî van polîtîkayên li Tirkiyeyê bêdeng nemînin û li qada navneteweyî bikevin nava hewldanan.
'DIXWAZIN HER KESÎ BIKIN TIRK'
Serokê Komeleya Asûrî ya Gutersloh a Elmanyayê Morrîs Dal jî ragihand, girtina Hevserokên HDP'ê, parlamenteran, hevşaredar û siyasetmedaran û desteserkirina navendên baweriyê yên Suryaniyan piştî tayînkirina qeyûm li şaredariyan, nêrîna hikumetê li gelên li Tirkiyeyê radixe pêş çavan.
Dal diyar kir, dewleta Tirk dixwaze her kesî bike Tirk û got, "Ji ber vê yekê komkujiyan dike û bi zext û zordariyê malên me desteser dike. Ev yek Seyfoya duyemîn e. Eger dewlet di vê de israr bike, em Asûrî-Suryaniyên li cîhanê, li dijî vê yekê em ê nerazîbûna xwe nîşan bidin."
'KOMKUJIYA ÇANDÎ SEYFO YA DUYEMÎN E'
Aktîvîstê Medya Civakî yê ji Swêdê Gabrîel Agirman Beth-Kathe jî bibîr xist, ku gelek avahiyên wan ên hatine desteserkirin veguherandine mizgeftê û got, "Dewlet dixwaze Tirkiyeyeke ku ji komeke etnîkî û olî pêk tê, ava bike."
Gabrîel Agirman Beth-Kathe destnîşan kir, ku bûyerên diqewime dewama 1915'an e û got, "Ya ku îro tê kirin komkujiya çandî ye, Seyfoya duyemîn e."