Qezayên madenê: Li Tirkiyeyê ji salên 1940'î heta niha ti tişt neguherî
Qezayên madenê: Li Tirkiyeyê ji salên 1940'î heta niha ti tişt neguherî
Qezayên madenê: Li Tirkiyeyê ji salên 1940'î heta niha ti tişt neguherî
Li Tirkiyeyê qezayên madenê tevî ku bû sedema bi sedan kes jiyana xwe ji dest bidin û tedbîr nayên girtin ji rojevê de nakevin.
Li Karamanê di 28’ê Cotmehê de qezaya madenê pêk hat û 18 karker asê man. Ji bo karkerên 50 metreyî di bin avê de mane mucîzeyek tê payîn.
Tevî van qezayên pêk tên tu tedbîr nayên girtin.
Li Tirkiyeyê ewlehiya canê karkeran her diçe zêdetir di bin tehdîdê de dimîne û li gorî daneyên Ewlehiya Kar û Tenduristiya Karkeran rojê 172 qeza pêk tên û rojê 4 karker jiyana xwe ji dest didin.
Tirkiye di qezayên kar de li Ewropayê di rêza yekem de û li cîhanê jî di rêza sêyem de cih digire.
Ji salên 1940’î heta niha di qezayên ku pêk hatine de di zîhniyeta ewlehiya kar de ti tiştek neguhere.
Hikûmeta AKP’ê van qezayan wek qederê bi nav dike û mirina karkeran razî dike.
Tayyîp Erdogan di 2010’an de piştî qezayeke madenê ya Zonguldakê axivî û got: “Mixabin di qedera wî de hebû. Birayên min ên ku dema dikevin vê pîşeyê jî dizanin ku wê tiştên wisa bibin."
Piştî karesata Somayê, hat dîtin ku di vê zîhniyetê de guherîn çênebûye.
Erdogan piştî karesata Somayê jî gotibû: “Tiştên wisa her tim dibin. Ev tişt di vî karî de heye."
Li gorî rapora 2013’an a Meclîsa Ewlehiya Kar û Tenduristiya Karkeran di nava salekê de 1235 kesî jiyana xwe ji dest dane.
Li gorî rapora sala 2012’an a heman saziyê di vê salê de 878 karker di û 2011'an de jî 619 karker mirine.
Di 5 mehên destpêkê yên 2014’an de 697 kesî jiyana xwe ji dest daye.
Li bajarên Stenbol, Îzmîr, Bursa, Manîsa, Zonguldak û Tekîrdagê herî zêde qezayên kar pêk hatine û bajarên ku herî zêde mirin lê pêk hatine wiha ne:
Stenbol, Enqere, Îzmir, Bursa, Dîlok, Konya, Kocaelî, Edene, Hatay, Manîsa, Antalya, Erzurom, Zonguldak, Mersîn, Elezîz, Qeyserî û Tekîrdag
Li gorî van daneyan mirinên karkeran sal bi sal zêde bûne û heta niha jî tu tedbîr nehatine girtin.
Bi taybet jî bo karkerên madenê qada xebatê bi xeter e. Li welatê rojava qezayên herî giran di salên 1800’î de pêk hatin û li Tirkiyeyê jî ya herî xeter di 2014’an de pêk hat.
Li gorî Dev-Maden Sen di 2013’an, 98 qezayên kar de 95 karkerî jiyana xwe ji dest dane û 191 jî birîndar bûne.
Di 2012’an de 132 qeza pêk hatine û 77 kes mirine û 216 jî birîndar bûne.
Di 9 mehên 2014’an de di qezayên pêk hatin de 355 kes mirin.
Ya herî giran di meha Gulanê de pêk hat.
Di 13’ê Gulanê de li Somayê di encama teqîna ku di kana komirê de pêk hat 301 karker mirin û bi sedan jî birîndar bûn.
Ji sala 1941’ê heta niha herî kêm 3 hezar kesî di kana komirê de jiyana xwe ji dest dane.
Berî sala 2014’an qezaya herî dijwar di 1992’an de pêk hat. Di wê salê de li navçeya Kozlu di teqîna grîzu de 263 karkerî jiyana xwe ji dest da.
Di 7’ê Adara 1983’yan de di teqîna grîzu de 103 kes mirin, 10’ê Kanûna 2009’an de li Mustafakemalpaşa ya Bursayê di teqîna grîzu de 19 kes, di Gulana 2010’an kana komirê ya Karadon de 30 kes, di 11’ê Sibata 2011’an de di hezazê de 11 kes mirin.