Qeyûmê Tirk, Şax a Kurd-Ermenî kir 'bajarokê Ereb-Tirk'

Qeyûmê Tirk Haci Asim Akgul, vê carê jî navçeya Şaxê ku ji berê ve Ermenî û Kurd lê dijîn, weke 'bajarokê Ereb-Tirk' îlan kir.

Haci Asim Akgul, ji roja li navçeya Şax a Wanê bûye qeyûm û vir ve pirên di dema şaredariya DBP'yî de hatin çêkirin xera kir û navê parkan ên bi Kurdî guherand. Niha jî di malpera înternetê ya şaredariyê de agahiyên li ser dîroka Şaxê guherand.

Navçeya ku navê wê bi Kurdî Şax e û bi Ermenî Çatak e, di dema Komarê de wateyeke Tirkî lê hate barkirin. Navçe ku yek ji kêm herêmên ku serweriya Osmanî red kiriye. Li Wîkîpedîayê ku ji aliyê hikumeta AKP'ê ve hatiye qedexekirin, li ser navçeyê ev agahî tê nivîsandin: "Herêm navçeyeke kevn a Ermenî ye. Navê wê herî zû, di wekayînameyên Ermenî yên sala 870'e de hatine nivîsandin cih digire. Ji salên navîn ên sedsala 7. û pê ve heta wextekê di bin serweriya Ereban de ma. Di sedsala 10. û 11. de di dema qraliyeta Ermeniyan a Vaspûragan de berfireh bû, gelek dêr û keleh lê hate çêkirin. Ti carî neketiye bin serweriya Bîzansê. Herêma ku dagirkeriya Tirkan û Mogolan bandor lê nekiriye, sala 1350'î kete bin kontrola Mîrîtiya Colemêgê. Sala 1548'an piştî şerê Osmanî-Îranê, ji aliyê teorîk ve di bin serweriya dewleta Osmanî de ma, lê belê sîstema îdarî ya navendî ya Osmanî heta salên navîn ên sedsala 19'an nekarî ava bibe, lewma serweriya Osmanî ya li vê herêmê tenê li ser kaxizê ma."

Piştî ku sala 1895'an gelek Ermenî hatin kuştin û gundên Ermeniyan ên li Şaxê bi giranî hatin valakirin, Ermeniyên mayî yên li navçeyê di dema Komkujiya 1915'an de neçar man navçeyê biterikînin.

RASTIYA DÎROKÎ ÎNKAR KIR

Qeyûmê AKP'ê Haci Asim Akgul ku ev rastiya dîrokî înkar a Şaxê înkar kir, li malpera înternetê dîrokeke nû li ser Şaxê nivîsand. Dîroka ku ji aliyê qeyûmê Tirk ve hate nivîsandin wiha ye:

"Çatak sala 645'an ji aliyê Erebên hatine herêmê ve hatiye avakirin. Piştre ketiye destê Împaratoriya Bîzansê. Di şerê Malazgîrt ê 1071'ê de ji aliyê Tirkên hatine Anatoliyê ve hatiye fethkirin. Piştî ku wextekê di bin îdareya dewleta Selçûklû de ma, sala 1100'î kete bi rêveberiya Dewleta Sokmenlî. Sala 1243'an bi şerê Kosedagi re ji aliyê Mogolan ve hate dagirkirin. Çatak piştî sala 1350'î kete destê Mîrîtiya Heqarî. Heta sefera Tîmûr a li Anatoliyê di destê Mîrîtiya Heqarî de ma. Piştre ket kontrola Dewleta Safevî ya li Îranê. Sala 1548'an ji aliyê Kanûnî Sûltan Suleyman ve kete bin serdestiya Dewleta Osmanî. Çatak ji aliyê Împaratoriya Osmanî ve sala 1830'î veguherî bajarokekî mezin, demeke dirêj bi ser herêma Heqarî ve ma. Navê berê yê navçeyê Şagi Heqarî ye, sala 1865'an dema li rêxistina navçeyê hate qeydkirin, navê Şîtak girtiye. Piştî ku îdareya komarê ava bû, navê Çatakê lê hate kirin."