Qeymeqam muxtaran tehdîd dikin
Têkîldarî nûçeyên zext û astengiyên li hemberî HDP’ê, yeka nû jî ji Elezîzê hat.
Têkîldarî nûçeyên zext û astengiyên li hemberî HDP’ê, yeka nû jî ji Elezîzê hat.
Tevî ku tenê saet ji bo hilbijartinên 1’ê Mijdarê mane jî, zêxtên li ser HDP’ê zêdetir dibin.
Têkîldarî nûçeyên zext û astengiyên li hemberî HDP’ê, yeka nû jî ji Elezîzê hat. Li vî bajarê ku HDP’e lê bi îdîa ye, ji hilbijartinên 1’ê Mijdarê ku saet mane, hate diyarkirin ku qeymeqam û amirên mulkî bi muxtaran re civînan li dar dixin.
Li gor agahiyên ji van civînan hatine bidestxistin, di van civînan de antî propagandaya HDP’ê tê kirin, ji bo HDP li bajar parlamenteran dernexe jî, muxtar tên hişyarkirin û tehdîtkirin.