Qedexeya weşanê ya der barê teqîna Reyhanli de hat rakirin

Qedexeya weşanê ya der barê teqîna Reyhanli de hat rakirin

Piştî teqîna li navçeya Reyhanli ya Hatayê pêk hat şûnde qedexeya weşanê hat û li ser vê gelek îtîraz jî çêbûn. Li se vê îtîrazê 1’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Hatayê ev biryar rakir.

Di teqîna Reyhali ya Hatayê ku di 11’ê Gulanê de pêk hat de 51 welatiyê jiyana xwe ji dest da. Piştî teqînê li ser daxwaza Serdozgeriya Komarê ya Reyhanli  biryara ji aliyê DAdgeha Cezaya Sulh a Reyhanli ve qedexeya weşanê hatibû dayîn, hat rakirin. 1’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Hatayê daxwaz nirxand û biryara rakirina qedexeya weşanê da. Hate hînbûn ku dadgehê biryara ji xwe ji Lijneya Bilind ya Radyo û Televîzyonê (RTUK) re şandiye.