Qaşo firotina tankan li gorî zagonên navneteweyî ye!

Heyeta ku ji pisporan pêk tê ya meclîsa federal li ser firotina tankên Leopard ên ji bo Tirkiyeyê sekinîn. Heyetê diyar kir ku, ‘firotina tankan li gorî zagonên navneteweyî ye.’

Piştî ku wêneyên tankên Leopard ên Elmanyayê derket holê, ev tank ji bo êrîşa li dijî Efrînê tê bikaranîn, bazirganiya çekan a bi Tirkiyeyê re ketibû rojeva Elmanyayê. Wezîrê Karê Derve yê Elmanyayê Sîgmar Gabrîel di rojên pêşîn ên dagirkirina Efrînê de diyar kiribû ku firotina çekan a ji bo Tirkiyeyê hatiye sekinandin.

Di heman demê de ji nav meclîsa federal heyetek hate avakirin. Ev heyet li ser awayên firotina tankan sekinî.

Rapora heyetê îro di rojnameya ‘Rheînîsche Post’ê hate weşandin. Li gorî rapora heyetê firotina tankan û bikaranîna wê li gorî zagonên navneteweyî ye. Di raporê de nehate diyarkirin ku ev tank li dijî sîvîlan tê bikaranîn.

Di raporê de hate diyarkirin ku ‘Firotina çekan a Elmanyayê li gorî zagonên bazirganiya çekan a Yekîtiya Ewrûpayê ye.’ Lê dema ku tankên Leopard firotin Tirkiyeyê, zagonên bazirganiya çekan a hevpar a Yekîtiya Ewrûpayê tunebû. Ev jî tê diyar kirin ku ev rapor li gorî tezên hikumeta Merkel hatiye avakirin.

Parlementera Partiya Çep Evrîm Sommer têkildarî rapora heyetê daxuyanî da û got, “Divê hikumeta Federal bawer be ku, di demên pêş de heke çek firot, divê ev çek li dijî kesên sîvîl neyê bikaranîn. Divê mîsogeriya vî tiştî were pêkanîn. Lê wisa xuya ye ku, mirov nikare baweriya xwe bi Erdogan bîne.”

 TANK BÊYÎ PEYMAN HATIN FIROTIN

Di salên 1982, 1984, 1990 û 1993’an de bi giştî 397 tankên Leopard I hatin firotin. Wê demê hikumeta Elmanyayê diyar kiribû ku, ev tank divê ji bo parastinê werin bikaranîn.

Tankên Leopard II jî di navbera salên 2006-2009’an de Elmanyayê firotibû Tirkiyeyê. Bi giştî 354 tank, bêyî sînordarî hatibû firotin. Di sala 2011’an de hikumeta Merkel ji bo firotina tankan gotibû ku, ‘Ji bo firotina tankan tu şert nehatiye diyarkirin.’ Ev gotin ji bo Tirkiyeyê dibe hinceta êrîş û qetlîaman.