Pûsûlayên deng hatin danasîn
Lijneya Bilind a Hilbijartinê pûsûlayên dengan ên ji bo hilbijartina 24’ê Hezîranê da naskirin.
Lijneya Bilind a Hilbijartinê pûsûlayên dengan ên ji bo hilbijartina 24’ê Hezîranê da naskirin.
Lijneya Bilind a Hilbijartinê pûsûlayên dengdanê ya ji bo hilbijartina serokkomariyê û ji bo hilbijartina giştî ya parlementeran a serdema 27’emîn da naskirin.
Di pûsûlayê de di rêza yekemîn de namzetê CHP’ê Mûharrem Înce, di rêza duyemîn de namzeta ÎYÎ Partî Meral Akşener, di rêza sêyemîn de namzetê tifaqa Cûmhûr Tayyip Erdogan, di rêza çaran de namzetê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş, di rêza pêncan de namzetê SP’yê Temel Karamollaoglû û di rêza şeşan de jî namzetê Vatan Partî Dogû Perînçek heye.
Di pûsûlaya dengan a partiyên siyasî de tifaqa Cûmhûr a AKP-MHP’ê di rêza pêşîn de, tifaqa Mîllet a CHP-ÎYÎP-SP-DP di rêza dawîn de ye. HDP’ê jî rêza çaran de ye.
WÊ TÊKEVIN HEMAN ZERFÊ
Partiyên ku bi hev re tifaq kirine, li ser pûsûlaya dengan navê wan li ba hev e. Nav, navê serokên wan ê giştî û logoya partiyan jî tê diyarkirin.
Hilbijêr ew ê pûsûlaya ji bo serokkomariyê û ya ji bo parlementeriyê têxe heman zerfê û bi wî awayî biavêje nava sindoqê.
ÎMZE Û ÎŞARET HEBE EWÊ NEYÊ QEBÛLKIRIN
Li ser pûsûlaya dengan ji xeynî mohra ‘TERCÎH’ û ‘EVET’ê îmze yan jî îşaret hebe, ew ê deng neyê qebûlkirin.
Divê ji xeynî pûsûlaya dengan tu tiştekî din nekevin nava zerfê, yan na ew ê deng neyê qebûlkirin. Piştî ku pûsûlaya deng hate dayîn, bi sedema şaşî yan jî tiştekî din ew ê pûsûlayeke din neyê dayîn.