Prz. Stary: Bila PKK ji ‘lîsteya terorê’ bê derxistin
Prz. Stary: Bila PKK ji ‘lîsteya terorê’ bê derxistin
Prz. Stary: Bila PKK ji ‘lîsteya terorê’ bê derxistin
Parêzerê Awûstrûlyayî yê naskirî Rob Stary di paneleke li Melburne de ya bi mijara Piştî Kobanê de axivî, got ku divê PKK ji ‘lîsteya rêxistinên terorîst’ bê derxistin.
Li bajarê Melbourne yê Awûstralyayê ji aliyê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Vîctorîa panelek bi mijara Piştî Kobanê hat lidarxistin.
Yek parêzer û parêzavanê mafê mirovan ê Awûstralyayê Rob Stary di axaftina xwe ya panelê de got ku pêwîst e PKK, ji ‘lîsteya rêxistinên terorîst’ bê derxistin.
Di panela ku parêzvanên mafê mirovan, anarşîst, nûnerên civaka Kurd jî wek guhdar beşdar bûn, axaftina destpêkê ji Navenda Civaka Demokratîk ji aliyê Sîdar Çetîn ve hat kirin. Çetîn der barê pergala Rojava de agahî dan. Çetîn, di mijara konfederalzîzma demokratîk û azadiya jinê de nêrînên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan parve kir.
Prz. Rob Stary ê piştî Çetîn axivî ji destpêka ku Awûstrûlyayê PKK kiriye, ‘lîsteya terorê’ heta heta niha nirxandin kir. Stary got ku biryara Awûstrûlyayê ya dema PKK di sala 2005’an de kiriye lîsteyê bi temamî polîtîk bû û PKK di encama têkiliyên navneteweyî de kirine lîsteyê.
Stray pirsa, “Çawa çêdibe ku Awûstralya îro PKK’ya ku li Bakurê Iraqê li dijî DAIŞ şer dike di lîsteya rêxistinên terorê de dihêle” kir. Stary anî ziman ku her çiqasî ev biryar polîtîk be jî tevayî saziyên hestyar û kes di demeke kurt de kampanyayeke polîtîk bidin destpêkirin da ku ev biryar paşde bê stendin wê girîng be.
Stary, bang li hikûmeta Awûstralya kir ku demldest PKK’ê ji lîsteya terorê derxin. Panel bi pirs û bersivan dewam kir. Di encama panelê de ji bo Kobanê banga alîkariya madî hat kirin.