Prof. Trabert li meclîsê axivî: Rojava bi tenê nehêlin

Prof. Trabert li Meclîsa Federal a Elman qala çavdêriyên xwe yên li Rojavayê Kurdistanê kir û got, "Rojava herêmeke demokratîk e ku xwe baş bi rêxistin kiriye. Lê belê ji ber ambargoyê pirsgirêkên giran ên tenduristiyê hene. Divê em wan bi tenê nehêlin."

Serokê Rêxistina Xizmeta Tenduristiyê û Dijberiya Xizaniyê (Armut und Gesundheit e.V.) Prof. Gerhad Trabert çend roj berê çûbû Rojavayê Kurdistanê. Prof. Dr. Trabert ku heta niha gelek caran çû herêmê û ji bo tedarikkirina pêwîstiyên tenduristiyê yên Rojava pêşengî ji gelek kampanyayan re kir, li Meclîsa Federal qala çavdêriyên xwe kir.

Prof. Dr. Trabert ji endamên Komîsyona Pêşketin û Hevkariya Aboriyê ya Meclîsa Federal re axivî û diyar kir ku pirsgirêkên tenduristiyê yên li herêmê di asteke metirsîdar de ne. Civîna komîsyonê li çapemeniyê girtî pêk hat. Bultena rojane ya Meclîsa Federal axaftin û banga Prof. Dr. Trabert ragihand.

Prof. Gerhad Trabert ku di heman demê de hîndekarê Zanîngeha Rheîn-Maînê ye, ji endamên komîsyonê de bi taybetî qala rewşa li herêmê ya piştî gefên dewleta Tirk ên li dijî bakurê Sûriyeyê kir.

'HEJMARA JINÊN KU ZAROK JI BER ÇÛN BI DU QATÎ ZÊDE BÛ'

Prof. Trabert diyar kir, piştî gefên dewleta Tirk hejmara jinên ku zarok ji ber wan çûn bi du qatî zêde bû û got, "Hema bêjin li her devera herêmê pirsgirêkên nebûna doktoran, psîkiyatrî, malzemeyên tibî û dermanan heye." Prof. Trabert anî ziman, gefên êrîşên ên dewleta Tirk bandorê li xizmetên tenduristiyê jî dikin.

Prof. Trabert çavdêriyên xwe ji komîsyonê re ragihand ku wekîlên hemû partiyên li Meclîsa Federal di nav de hene û got, ji ber kêmasiya mudaxeleya tibî ji destpêka şer û vir ve derdora 200 hezar heta 300 hezar mirovî jiyana xwe ji dest dan.

Prof. Trabert destnîşan kir ku divê hikumeta Elman a Federal hevkariyê bi herêma Rojava re bike û got, "Rojava herêmeke demokratîk e ku xwe baş bi rêxistin kiriye. Lê belê ji ber ambargoyê pirsgirêkên giran ên tenduristiyê hene. Divê em wan bi tenê nehêlin." Prof. Trabert anî ziman tenê ji bakurê Iraqê mirov dikarin xwe bigihînin herêmê û got, "Bi taybetî di derbaskirina malzemeyên tenduristiyê de pirsgirêkên cidî hene. Alîkariya tê şandin an tê astengkirin an jî bi derengî destûr jê re tê dayin."

Prof. Trabert tevî hikumeta Elman bang li welatên Yekîtiya Ewropayê jî kir û got, "Bi zexta siyasî ya li dijî partnerê xwe yê NATO'yê Tirkiyeyê êrîşa li dijî Rojava asteng bikin. Divê gefên ku li herêmê dibin sedema tirsê û fikaran bi dawî bibin."