Press In Arrest: Tirkiyeyê di mehekê de 40 rojnameger darizand

Press In Arrest diyar kir ku di meha Mijdarê de 8 jê jin herî kêm 40 rojnameger hatine darizandin û di rapora xwe de bal kişand ser zextên Ajansa Mezopotamyayê.

Press In Arrest a ku zext û darizandina rojnamevan û saziyên çapemeniyê berhev dike rapora binpêkirina mafên rojnamevanan a meha Mijdarê bi raya giştî re parve kir. Di “Rapora Azadiya Çapemeniyê ya Mijdara 2020’an” ku hat eşkerekirin de hat gotin li 8 bajaran 30 dozên çapemeniyê hatine lidarxistin û di meha mijdarê de 8 jê rojnamevanên jin herî kêm 40 rojnamevan derketine pêşberî dadgehê û hatine darizandin. Di raporê de hat destnîşankirin ku di 40 darizandina rojnamevanan de 2 caran cezayê heta hetayê yê girankirî û herî kêm ji 201 sal û 4 mehan heta 497 sal û 2 meh cezayê zîndanê hatiye xwestin.

HERÎ ZÊDE ZEXT LI AJANSA MEZOPTAMYAYÊ BÛYE

Di raporê de hat destnîşankirin ku di meha mijdarê de li Tirkiyê zext û binpêkirina azadiya derbirînê herî zêde li ser Ajansa Mezopotamyayê (MA) pêk hatiye. Di raporê de hat diyarkirin ku derbarê gelek nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê de lêpirsîn hatine destpêkirin û destgîrkirin. Di raporê de hat gotin di meha Cotmehê de nûçegihanên Mezopotamyayê Adnan Bîlen û Cemîl Ûgûr, nûçegihana JinNews’ê Şehrîban Abî û rojnamevan Nazan Sala ji ber nûçeyên derbarê avêtina du welatiyan a ji helîkopetêrê li Wanê bi îdiaya “endamên rêxistinê ne” hatine girtin. Her wiha di raporê de hat gotin di meha mijdarê de derbarê gelek nûçegihanên MA’yê de lêpirsîn hatiye destpêkirin û nûçegihanê MA’yê yê Wanê Dîndar Karataş hatiye girtin.

Di raporê de hat destnîşankirin ku ya ku tê darizandin û sûcdarkirin rojnamevanî ye û zextên mezin li rojnamevanên jin jî tê kirin.

Di raporê de hat gotin nûçegihanê MA’yê Ahmet Kanbal jî hate kirin ku ji ber nûçeya “bertîlxarin” û “qaçaxiya penaberan” ku derbarê leşkerên li Nisêbînê çêkiriye, lêpirsîn lê hatiye vekirin.