Polîsên Tirk nehiştin wêneyên Yuksekdag li mîtînga HDP'ê bên rakirin

Tevî hemû astengiyên polîsên Tirk jî, ji navçeyên Mersînê gel diherik qada mîtînga NA.

Rêxistina HDP'ê ya Mersînê li meydana Tirmilê mîtînga "NA" pêk tîne. Welatiyên Mersînê, ji bo beşdarî mîtîngê bibin danê sibehê ji tax û navçeyên Mersînê berê xwe dan qada mîtîngê. 

Welatiyên herikîn qada mîtîngê û yên xwestin poster û kartpostalên Hevseroka Giştî ya HDP’ê Figen Yuksekdag têxin qada mitîngê rastî astengiyê polîsan hatin. Polîsan kartpostalên Yuksekdag desteser kir û destûr neda ku partpostalan têxin qada mitîngê. 

Piştî di navbera rêveberên HDP'ê û polîsan de demekê niqaş derket, herî dawî polîsan kartpostalên Yuksekdag desteser kir. 

Li aliyê din ciwanekî din bi hinceta posterê Yuksekdag belav kiriye hat binçavkirin. Girseya ku bi alên HDP û NA diçin qada mîtîngê piştî di nuqteyên lêgerînê re derbas dibin dikevin qada mîtîngê. 

Girseya ku li qada mîtîngê kom dibin li ber stran û muzîkê govendê digerînin. Ligel dorpêça polîsan herikîna qadê didome.