Polîsên Tirk li Nisêbînê ciwanekî din qetil kirin

Polîsên Tirk li Nisêbînê, ciwanekî din ê bi navê Mûhammed Altûnkaynak qetil kirin.

Mûhammed Altûnkaynak ê li taxa Abdulkadîrpaşa ya navçeya Mêrdîn Nisêbînê dima, duh bi şev dema ji mala cîranê xwe vedigeriya malê, bû hedefa bombeavêj û guleyên polîsên Tirk. Di bûyera li Kolana Kiliçê de parçeyê bombeyê li Altûnkaynak ket û di ser re ji wesayîta zirxî ya Kobra gule lê hat reşandin. Altûnkaynak ê ji ber parçeyên bombeyê û guleyan bi giranî brîndar bû, birin malekê, lê li vir jiyana xwe ji dest da.

Ji ber êrîşa giran a polîsên Tirk, cenazeyê Altûnkaynak ji malê nehat derxistin û ancax danê sibehê welatiyan ew li betaniyê pêçand û bir ambûlansa li nêzî Pira Ahmet Kaya. Cenazeyê Altûnkaynak rakirin mora Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê.

Li Nisêbînê ku polîsên Tirk êrîşên giran li hemberî gel dikin, duh bi şev jî ciwanê bi navê Mûsûr Aslan (19) hatibû qetilkirin. Jina bi navê Rabî Bagtûr jî bi giranî birîndar bûbû. Ji ber van mirin û birîndariyan, welatiya bi navê Emîne Oz (55) a ku nikarîbû dayika xwe ya astengdar rake nexweşxaneyê, dawî li jiyana xwe anîbû.

Hejmara mirovên li Nisêbînê jiyana xwe ji dest dan, gihîşt 6 kesan.