Polîsên Îzmîrê giliyê Cavît Ûgûr ê HDP'yî kirin
Polîsên Tirk, bi hinceta ku ew weke berpirsyarê kuştina Kaçeroglû dîtiye, giliyê Hevserokê HDP'ê yê Îzmîrê Ûgûr kirin.
Polîsên Tirk, bi hinceta ku ew weke berpirsyarê kuştina Kaçeroglû dîtiye, giliyê Hevserokê HDP'ê yê Îzmîrê Ûgûr kirin.
Hevserokê HDP'ê yê Îzmîrê Cavît Ûgûr, ji ber daxuyaniya xwe ya piştî rûniştina dawî ya doza kuştina Ekrem Kaçeroglû yê bi guleyê ji serê xwe hat birîndarkirin û dûre bi lînçkirinê hat qetilkirin, ket ber lêpirsînê. Polîsên Tirk, bi hinceta ku ew weke berpirsyarê kuştina Kaçeroglû dîtiye, giliyê Hevserokê HDP'ê yê Îzmîrê Cavît Ûgûr kirin.
'EMNIYETA ÎZMÎR KET NAVA PANÎKÊ!'
Ûgûr mijar ji ANF'ê re nirxand û destnîşan kir ku lêpirsîna li hemberî wî hatiye destpêkirin nîşan dide, ku doz çiqasî girîng e. Ûgûr got, "Daxuyaniyên bi heman rengî ji destpêka dozê ve em didin. Di rûniştina dawî de, ji ber parastina xurt a parêzerên me, Emniyeta Îzmîrê ketiye nava panîkê. Ev lêpirsîn û gilîkirin jî encama vê panîkê ye. Berpirsyariya Emniyetê ne bi gotinên min, bi raporên dosya dozê re tê dîtin. Ji xwe hêzên ewlekariyê dizanin ku çalakiyek pêk tê û ti tedbîrê nagirin."