Polîsên Elman meşa 6’ê Kanûnê qedexe kirin

Polîsên Elman meşa 6’ê Kanûnê qedexe kirin

Polîsên Elman, meşa ji bo rakirina qedexeya li hember PKK’ê ya wê ji aliyê 84 sazî dezgehan ve hatiba lidarxistin qedexe kir.

Li bajarê Koln’ê yê Elmanya di 6’ê Kanûnê de bi daxwaza rakirina qedexeya li hember PKK’ê ku wê meşek hatiba lidarxistin, polîsan destûr neda û meş qedexe kirin.

Meş bi hinceta roja ku wê meş bê lidarxistin, rastî roja ji bo Nobelê welatî ji xwe re tiştan dikirin tê û wê bandorê li ser karê esnafan bike hat qedexekirin.

Li gor biryara nû wê li bajêr meş neyê lidarxistin, li şûna wê dê mîtîng pêk were. 

Organîzatorên meşê piştî biryarê, wê sibe serî li dadgehê bidin û wê bixwazin astengiyên li hember meşê bên rakirin.

Têkildarî mijarê wê sibe saet 11.30’î jî li Komeleya Çandê ya Kurd a li Kolnê wê daxuyaniyeke çapemeniyê bê dayîn.