Polîsê Swêdê protestovanên derveyî sînor qeyd kirin

Polîsê Swêdê protestovanên derveyî sînor qeyd kirin

Li herêma Vastra Gotaland a Swêdê, aktîvîstên ku dersînorkirina penaberan protesto kirin, ji aliyê polîsan ve hatin qeydkirin. 180 kesên ku hatin qeydkirin hat hînbûn ku bi hinceta tevlî çalakiyan bûne hatine qeydkirin.

Li bajarên cuda yên Swêdê  rêxistinên weke ‘Çalakiya li dijî Dersînorkirinê’ û ‘Tu mirovek ne îlegale’ bi armanca ku polîtîkaya penaberan a Swêdê protesto bikin û redkirina daxwaza penaberan a penabertiyê çalakiyên protestoyî pêk tînin.

Lê hate hînbûn ku polîsên Vastra Gotaland aktîvîstên ku li dijî dersînorkirinan çalakiya protestoyî pêk anîne qeyd kirine, hate hînbûn ku di lîsteyê de navê 180 kesî heye û ji sala 2012’an heta niha ev di kompîterên polîsan de hene.

Piştî skandal derket holê Midûrê herêmî yê polîsan ê Vastra Gotelandê Klas Frîberg diyar kir ku di dema dersînorkirinê de ji bo analîza rîskê bike ev lîste ji saziyek din girtine. Lê balkêş bû ku navê saziya ku lîste jê girtine aşkera nekirin.

Frîberg da zanîn ku agahiyên xistine bin qeydan gelek qels in û der barê pêkanîna sûc û amadekariya sûc de agahiyan cih negirtiye.