Polîsan meşa bê îteatiya sivîl asteng kir

Polîsan meşa bê îteatiya sivîl asteng kir

Koma ku bi mebesta 5’ê Mijdarê Roja bê Îtaetiya Sivîl bi rêya tevna civakî hatin gel hevdu û maskeya “Guy Fawkes” a dan ber rûyê rastî astengiya polîsan hatin.

Li ser banga gruba Hacker, Redhack a bi mebesta 5’ê Mijdarê Roja bê Îtaetiya Sivîl ku li ser hesabê twitter a "5’ê Mijdarê ji bîr neke, tu jî beşdarî çalakiyên Million Mask March ên li dijî bê edaletî û rizandinê hatine dest pê kirin bibe” komek li ber Lîseya Galatasaray hatin gel hevdu.

Komê ku bênavber dirûşmayên “Îsyan, şoreş, azadî" qîriyan maskeya "Guy Fawkes" dan ber rûyê xwe û xwestin ber bi Qada Taksîm ve bimeşin. Derdora komê ku ji aliyê polîsan ve hat dorpêçkirin û polîsan hişyariya “maskeyên xwe derxin” li komê kir. Komê jî astengkirina polîsan şermezar kirin û piştî demekê ku sekinîn şûnde bi dirûşmayan belav bûn.