Polîsan li Sêrtê avêtin ser malan
Polîsan li Sêrtê avêtin ser malan
Polîsan li Sêrtê avêtin ser malan
Li Sêrtê di serdegirtinên malan de di nav de hesabgirê DBP’a Sêrtê M. Emîn Sezek jî heye 5 kes hatin binçavkirin.
Li Sêrtê di saetên sibê de li taxên Ulus û Bariş polîs û tîmên taybet bi ser gelek malan de girt. Di serdegirtinan de li malan lêgerîn hate kirin û hemû amûrên malê hatin belavkirin. Di serdegirtinan de hesabgirê DBP’ê yê Sêrtê M. Emîn Sezek û Mîraz Baytekîn, Aslan Bark, Metîn Bark û Şukru Bark hatin binçavkirin. Hate hînbûn ku kesên hatine binçavkirin birine Midûriyeta Polîsan a Sêrtê.