Polîsan li Cizîrê jinek birîndar kirin

Li Cizîrê bêyî ku bûyerek hebe polîsan ji wesayîta zirxî taxa Nûrê gulebaran kir û jina bi navê Dîlber Yildiz (47) birîndar kir

Li Cizîrê bêyî ku bûyerek hebe polîsan ji wesayîta zirxî taxa Nûrê gulebaran kir û jina bi navê Dîlber Yildiz (47) birîndar kir.

Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê ku 4 caran qedexeya derketina kolanan lê hatiye îlankirin her roj polîs êrîşî welatiyan dike. Îro jî polîsan rêya ji aliyê Silopî ve tê Cizîrê, ditêktina navçeyê de girtin û ji wesayîtên zirxî taxa Nûrê gulebaran kirin. Di encama gulebarana polîsan de jina bi navê Dîlber Yildiz (47) ji ranê xwe birîndar bû.

Welatiyên derdorê Yildiz rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê û Yildizû li wir tê dermankirin.

Hat hînbûn ku rewşa Yildiz baş e.