Polîsan gefa 'em ê serê we jê bikin û biavêjin ser sînor' li dîlgirtiyan xwarin
Polîsan gefa 'em ê serê we jê bikin û biavêjin ser sînor' li dîlgirtiyan xwarin
Polîsan gefa 'em ê serê we jê bikin û biavêjin ser sînor' li dîlgirtiyan xwarin
Alaedîn Mihemed ê ji Kobanê ku piştî 12 rojan li Salona Sporê ya Pirsûsê dîl hatibû girtin serbest hat berdan, bûyerên bi serê wan de hat vegot. Mihemed diyar kir ku polîsan mîna çeteyên DAIŞ'ê gef li wan xwarine û ji wan re gotine, "Em ê serê we jê bikin û biavêjin aliyê din ê sînor."
Alaeddîn Mihemed ê di 6'ê Cotmehê de bi agahdariya rayedaran ji Deriyê Sînor ê Murşîtpinarê derbas bû û piştre dîl hat girtin, 12 rojan li Salona Sporê ya Girtî ya Lîseya Fen a Pirsûsê hat ragirtin û dûre serbest hat berdan. Mihemed ku bi 23 kesan re serbest hat berdan, anî ziman ku di dema dîlgirtinê de polîsan her tim gef li wan dixwarin. Mihemed diyar kir ku polîsan ji wan re gotine, "Em ê serê we jê bikin û biavêjin aliyê din ê sînor" û destnîşan kir ku ti cudahiya vî mejî ji mejiyê çeteyan nîne. Mihemed ragihand ku mejiyê DAIŞ'ê ne tenê li Kobanê li van deveran e jî.