Polîsan êrîşî xwepêşandana li dijî DAIŞ’ê kirin

Polîsan êrîşî xwepêşandana li dijî DAIŞ’ê kirin

Li Stenbolê bi armanca protestokirina êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên ji aliyê Tirkiyeyê ve û şermezarkirina desteka dewleta Tirk a ji bo DAIŞ’ê li Tunelê li hev kom bûn û dest bi meşê kirin. Meş rastî êrîşa polîsên Tirk hatin. Di encama êrîşê de 1 jê birîndar bi giştî 7 kes hatin binçavkirin. Girse binçavkirinan protesto dike û li benda serbestberdana kesên hatine binçav kirin e.

Polîsan êrîşî girseya ku dixwest ji Tunelê heta Galatasayê bimeşin kirin. Di meşê de dirûşmên “Êdî bes e ji DAIŞ’ê re”, “Bijî Berxwedana Kobanê” “Bê Serok Jiyan Nabe”, “Jin Jiyan  Azadî” qîriyan û xwestin ji bo Kobanê korîdor bê vekirin. Di êrîşa polîsan de 7 kes hatin binçavkirin. Di êrîşa polîsan de jineke 60 salî ket û ji ser hişê xwe çû. Jina pîr rakirin nexweşxaneyê.

Girse li benda serbestberdana kesên hatine binçav kirin e.