Polîsan êrîşî parêzerên Gulmen û Ozakça kirin
Di dema parêzerên Nûriye Gulmen û Semîh Ozakça daxuyanî didan, polîsan êrîşî wan kirin û bi derbkirinê kirin binçavan.
Di dema parêzerên Nûriye Gulmen û Semîh Ozakça daxuyanî didan, polîsan êrîşî wan kirin û bi derbkirinê kirin binçavan.
Parêzerên Nuriye Gulmen û Semih Ozakça yên bi KHK'ê ji karên xwe hatin avêtin û ji bo li karên xwe vegerin 169 rojin di binçavan de ne, xwestin li ber avahiya wezaretê ya berê daxuyaniyê bidin çapemeniyê.
Polîsan dora parêzeran dorpêç kir û destûr nedan daxuyaniyê bidin û bi lêdanê hatin binçavkirin. Parêzerên Gulmen û Ozakça ku dosyayên "Bila li karên xwe vegerin" xwestin bidin wezaretê û daxuyaniyê bidin rastî erîşa polîsan hatin. Prz. Ebrû Timtik, Ayşegul Çagatay, Dîdem Baydar Unsal, Naîm Emînoglû, Refîk Atalay û wênekêş û xebatkarê Kedkarên Sînemayê (FOSEM) Meral Gokoglî hatin binçavkirin. Prz. Ebrû Timtik, bertek nişanî polîsan da û got: "Li vî welatî qanûn hene. azadiya axaftin û xwe îfadekirinê heye."
Rojnamegerên xwestin nûçeyê bişopînin ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin û polîsan li nasname û GBT yên rojnamegeran nerîn.