Polîsan êrîşî meşa li dijî çeteyên DAIŞ kirin
Polîsan êrîşî meşa li dijî çeteyên DAIŞ kirin
Polîsan êrîşî meşa li dijî çeteyên DAIŞ kirin
Piştevaniya Kobanê ya Stenbolê bi armanca şermezarkirina êrîşên çeteyên DAIŞ ku xwest ji Tunel heta Galatasaray meşekê li dar bixe rastî êrîşa polîsan hat. Polîsên sivîl ku hemû mîna çeteyên DAIŞ bi rih bûn bala mirovan kişandin. Polîsên ku difna ciwanekî şkandin û jineke extiyar birîndar kirin. 7 kes binçav kirin. Piştî sekna gel a demdirêj polîsan kesên di bin çavan de serbest berdan.
Endamên Piştevaniya Kobanê ya xwest bi mebesta şermezarkirina êrîşên çeteyên DAIŞ ji Tunelê heta Qada Galatasaray bimeşin, rastî êrîşa polîsan hatin. Hevserokê Rêxistina DBP’ê ya Stenbolê Emrullah Bîngul, Hevserokê Rêxistina HDP’ê ya Stenbolê Şamîl Altan, berdevkê hewldana 78’an Celalettîn Can jî ku beşdarî çalakiyê bû, pankartên, “Ji piştgiriya DAIŞ re bes e”, “Gelê Kobanê ne bê xwedî ye” hatin vekirin, li gel pankartên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên YPG, HPG û KCK’ê hatin hilgirtin.
Girseya bi dirûşmên, “Bijî berxwedana Kobanê”, “Qatil DAIŞ, hevkar AKP” ,“Bijî Serok Apo”, “Bê serok jiyan nabe” meşiyan rastî astengiya polîsan hatin. Polîsên sivîl ên li pêşiya girseyê bend danîn ku hemû bi rih bûn bala mirovan kişandin.
Girse dema xwest pêşde biçe, polîsan êrîş kirin, difna cewanekî şikandin, jineke extiyar birîndar kirin û 7 kes binçav kirin. Hevserokên DBP û HDP’ê yên Stenbolê Bingul û Altan ku nerazîbûn nîşanî polîsan da, walî û polîs şermezarkirin. Bîngul û Altan diyar kirin bi vê êrîşê re careke din ispat bûye ku walî û polîs piştgiriyê didin DAIŞ’ê û wê ti êrîş nikaribe li hember bikaranîna mafên demokratîk bibe asteng.
Di êrîşê de jineke extiyar a bi navê Ayten ku bi ambulansê rakirin nexweşxaneyê. Girse heta kesên di bin çavan de nehatin berdan qad terk nekir. Piştî sekneke dirêj a girseyê kesên di bin çavan de hatin berdan.