Polîsan dora Qada Esenyûrtê û camiyê girtin û kesek destgîr kirin
Li Qada Esenyûrtê Nobeta Demokrasiyê hatibû destpêkirin. Di roja sêyemîn de jî hate astengkirin ku parlementerên HDP’ê û gel werin ba hev.
Li Qada Esenyûrtê Nobeta Demokrasiyê hatibû destpêkirin. Di roja sêyemîn de jî hate astengkirin ku parlementerên HDP’ê û gel werin ba hev.
Polîsan li Qada Esenyûrtê dora parlementerên HDP’ê girtin û li camîya Serhan Tîrît jî kesên destnimêj digirtin polîsan ew ji camiyê derxistin.
Ji bo protestokirina desteserkirina şaredariyên Amed, Wan û Mêrdînê parlementerên HDP’ê Dilşat Canbaz Kaya, Omer Ocalan, Sarûhan Olûç, Kemal Bulbul û Necdet Îpekyuz li Qada Esenyûrtê dest bi nobeta demokrasiyê kirin. Polîsan dora parlementeran girtin û kesên li Camiya Serhan Tîrît destnimêj digirtin jî, polîsan ew ji hewşa camiyê derxistin.
Parlementeran saet di 19.00’an de nobeta xwe bi dawî kirin. Piştî bidawîbûna nobetê polîsan asteng kirin ku girse dîsa kom bibe. Ciwanekî ku slogana ‘Bijî berxwedana Amedê’ berz kir, ji aliyê polîsan ve hate destgîrkirin.