Pola yê Helepçeyî ji di eniya berxwedanê de ye
Pola yê Helepçeyî ji di eniya berxwedanê de ye
Pola yê Helepçeyî ji di eniya berxwedanê de ye
Pola (Diyarî Faîk) yê Helepçeyî ji bo ku li dijî çeteyên êrîşî Kurdistanê dikin li ber xwe bide tevlî Yekineyên Berxwedana Kerkûkê bû, ji bo ku komkujî neyên jiyîn, diyar kir divê hemû Kurd di eniya berxwedanê de cih bigirin.
Komkujiya Helepçeyê ku hê wek duh di hişê mirovan de cihê xwe girtiye, bi hezaran Kurd ji aliyê Saddam Huseyîn ve bi kîmyasalê hatin qetilkirin. Bi hezaran seqet man. Bi hezaran axa xwe terk kirin. Psîkolojiya zarokan xera bû û bi vê psîkolojiyê mezin bûn.
Polayê Helepçeyî jî di çar saliya xwe de Komkujiya Halepçeyê tu car ji bîr nekir. Îro di nava Yekîneyên Berxwedana Kerkûkê de li dijî çeteyên DAIŞ’ê şer dike.
KOMKUJIYA HELEPÇEYÊ Û RÊYA KOÇBERIYÊ
Pola di 1984’an de li bajaroka Sesadîk a Helepçeyê hatiye dinê û dê û bavê wî ker û lal in. 3 xwişk û du birayên wî hene. Dema Komkujiya Helepçeyê rû da, malbata wî li bajaroka Sesadîk bû. Ew roj wek xeyal tê bîra wî. Tenê rêya koçberiyê di hişê wî de ye.
ŞERÊ KORFEZÊ Û TIRSA KOMKUJIYÊ
He şer ji bo Halepçeyiyan bû psîkolojiya komkujiyê. Hê hî tirsa komkujiyê ji ser xwe neavêtine, vê carê jî şerê Korfeza 1992’an destpê dike. Pola û malbata xwe dîsa dikevin rêya koçberiyê. Vê carê berê xwe didin Pencewînê. Hinek xizmên wan diçin bajarê Merîwan a Rojhilatê Kurdistanê. Malbata Pola sê mehan li kolanan têkoşîna jiyanê didin.
Pola ji zarokatiya xwe de bi psîkolojiya komkujiyê dijî û piştî mudaxalekirina DYA’yê ya li Iraqê dihat payîn ku her tişt bikeve rê, lê wisa nabe. Vê carê têkoşîna xizaniyê destpê dike. Pola vê neheqiya qebûl nake. Hinek pir dewlemend û hinek jî gelek xizan in. Seyarfiroşiyê dike.
NASKIRINA TEVGERA KURD
Pola salekê jî pêşmergertiyê dike. Tişta ku dixwaze di vir de jî nabîne û dîsa vedigere karê înşaetê. Pola pergala Başûrê Kurdistanê qebûl nake. Di 2012’an de Tevgera Azadiya Kurd nas dike û diçe Qendîlê. Mehekê bi dildarî li şehîdgeha gerîlayan a Çiyayê Qendîlê dixebite û dîsa vedigere bajar. Di vê demê de piştgiriyê dide xebatên siyasî.
JI BO KOMKUJÎ NEYÊN JIYÎN DIVÊ BERXWE BIDIN
Piştî êrîşa çeteyên DAIŞ’ê li dijî Rojava û Başûr ji bo Pola tu tişt ne wek berê bû. Bi taybet jî bi komkujiya Şengalê re tê dîtin ku komkujiyên nû yên li dijî gelê Kurd di dewrê de ne. Pola ku têkoşîn gerîlayan a li dijî DAIŞ’ê dibîne ew jî di nava wan de di parastina Şengal, Mexmûr, Kerkûkê de cih digire. Bi PKK’ê re tevdigere û dikeve pey gerîlayan. Diçe aliyê Xaneqînê. Li wir gerîla nabîne û diçe Hewlêrê û ji wir jî diçe Qendîlê. Fermandarên gerîlayan daxwaza wî dibînin û wî li çeperên Kerkûkê bi cih dikin.
DIVÊ EZ LI CEM GERÎLA BIM
Pola tevlîbûna xwe ya ji berxwedanê re wiha vegot: “Min salekê peşmergetî kir. Lê pêşmergetî bi pereyan dihat kirin. Artêşeke ku nikare şer bike. Gerîla dildar e û di şer de gelek bi bandor e. Di mijara taktîkên şer de gelek gelek li pêş in. Ger ez tevlî şer bibûma, cihê min li cem gerîlayan bû.
Gerîla ji bo her çar parçeyên Kurdistanê şer dike. Vê her kes dibîne. Her kes dixwaze bê cem gerîlayan.”