Platforma Têkoşîna Li Dijî Yekrengiyê ya bi beşdariya gelek partî û rêxistinan ava bû, sazîbûna xwe îlan kir. Platformê diyar kir ku ew yekrengiyê qebûl nakin û red dikin, xwest her kes dengê xwe bilind bike.
Platforma Têkoşîna Li Dijî Yek Tîpê, li Otela Hîll a Taksîma Stenbolê civîna çapemeniyê li dar xist. Di civîna avakirina platformê de, gelek saziyên civaka sivîl, berdevkê partiyên siyasî, Wekîlê HDP'ê Erdal Ataş tev li bûn.
Li salona civînê pankarta "Em nabin yekreng! Yekrengiyê red dikin" hat daliqandin. Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) a Stenbolê Gulçîn Aykul diyar kir ku kesên alîgirê ked, azadî, aştî û hemû beşên civakê tên binçavkirin û girtin."
'BI MEDYAYA YEK TÎP RASTÎ JI HOLÊ RAKIRIN’
Aykul da zanîn ku bi rêya Rewşa Awarte û BHQ'yan deriyên hemû çapemeniya muxalîf mohr kirine û ev tişt got: "Saziyên ne ji bo desthilatdariyê, ji bo rastiyan nûçegîhaniyê dikin, bi girtin û binçavkirinan digirin. Mafê xwe gihandina her rastiyan, bi rêya medyaya yek tîpî tê astengkirin." Aykul aşkera kir ku ew yekrengbûnê red dikin û bang li raya giştî kir ku piştgiriya ji bo piştgiriya girtîgehan zêde bikin.
SAZIYÊN PIŞTGIRÎ DANE
Sazî û partiyên di Platforma Têkoşîna Li Dijî Yek Tîpê de cih digirin wiha ne: “Buroya Hiqûqê ya Bindestan, Platforma Hiqûqnasên Azadîxwaz, Weqfa Lêkolînên Hiqûq û Civakê, Platforma Şaxên Stenbolê ya KESK'ê, Limter-Îş, Dev Yapi-Îş, Înşaat-Îş, Meclisa Dayikên Aştiyê ya Stenbolê, Platforma Dengê Girtiyan û Bê Mirinan, Malbatên Girtî û Şehîdên Partizanê, Yekitiya Malbatên Demokrasiya Nû, Însiyatîfa Piştgiriya Ji Bo Girtîgehan, Alinterî, Barîkat, Partiya Herêmên Demokratîk, Xebatên Anarşîst ên Şoreşger, Tevgera Şoreşgerî, Partiya Şoreşê, Partiya Kedê, Partiya Tevgera Kedkaran, Partiya Sosyalîstên Bindest, Kongreya Demokratîk a Gelan, Partiya Demokratîk a Gelan, Kaldiraç, Yekitiya Têkoşînê, Partiya Piştgirî û Azadiyê, Sekna Şoreşgerê Proleter a Partîzanê, Federasyona Meclisên Sosyalîst, Partiya Komînîst a Tirkiyeyê, Jinên Anarşîsty, Tevgera Jinên Demokratîk, Jinên Kedkar, Meclisa Jinên Sosyalîst, Tevgera Jinên Azad, Jinên Demokrat ên Nû, Komeleya 78'an, Komeleya Hunerê ya Cotmehê ya Ronahiya Heyvê, BEKSAV, Federasyona Komeleyên Dêrsimê , Navenda Çanda Mezopotamyayê, Komeleya Alimên Oldar, Komeleya Lêkolînên Kurd, Rojnameya Meydanyê, Ciwanên Anarşîst, Dev-Guç, Tevgera Xwendevanên Şoreşger, Yekitiya Xwendevanên Şoreşger, Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst, Tevgera Xwendevanên Sosyalîst, Ciwanên Demokrat ên Nû, Komeleya Mafên Mirovan, Komeleya Çandê ya Pîr Sultan Abdal û Federasyona Yekikitiya Elewiyên Ewropayê.”