Platforma Efrînê ya Ewropayê li PE hin hevdîtin kir

Heyetek ji Platforma Efrînê ya Ewropayê li Parlamenta Ewropayê (PE) hin hevdîtin kir û bal kişand ser êrîşên qirkirinê yên ji aliyê dewleta Tirk ve tên kirin.

Heyetek ji pêkhateyên Platforma Efrînê ya Ewropayê, li Parlamenta Ewropayê ya li paytexta Belçîka Brukselê hin hevdîtin kir.

Heyeta ku ji Nûnerê HDP'ê yê Ewropayê Eyüp Doru, Hevserokê KCDK-E Yüksel Koç, Berdevka TJK-E Dilşa Osman, bi navê YNK'ê Tofik Nadjim, bi navê ATİK'ê Ozan Demir, Hevserokê Meclîsa Şengalê ya Dîasporayê Fikret İgrek, ji Platforma Efrînê ya Belçîkayê Eren Koç û ji tevgera Goran Mistefa Ranjdar Makhded pêk dihat, bi Raportora Tirkiyeyê ya PE Kati Piri, Serokê Koma Tifaqa Çep a Bakur û Keskan Gabi Zimmermann û endamên komên Xiristiyan û Lîberal re hevdîtin kir. Di hevdîtinan de li ser girtina qada hewayî ya Efrînê li firîna balafiran, şandina heyetek ji Parlamenta Ewropayê ji bo Efrînê, derketina Tirkiyeyê tavilê ji herêmê û şandina alîkariya însanî bi rengekî lezgîn hatin nirxandin.

ÊRÎŞÊN DEWLETA TIRK HATIN ŞERMEZARKIRIN

Nûnerê Ewropayê yê HDP'ê Eyüp Doru li ser hevdîtinan agahî da û got, "Bi daxwaza Platforma Efrînê weke nûnerên HDP, gelek partiyên Kurd û Tirkiyeyî me li Parlamenta Ewropayê 9 hevdîtin kirin. Di hevdîtinan de me xwest, li Efrînê qada hewayî li firîna balafiran bê qedexekirin, alîkariya însanî were kirin, Tirkiye ji Efrînê bê derxistin û Parlamenta Ewropa heyetekê bişîne Efrînê. Hem Kati Piri hem jî nûnerên din dagirkeriya dewleta Tirk a li Efrînê şermezar kirin."

KATI PIRI WELATÊN YEKÎTIYA EWROPAYÊ REXNE KIR

Doğu ragihand, Piri di hevdîtinê de dewletên Ewropayê rexne kiriye û aniye ziman ku dewletên Ewropayê pasîf mane û tevî ku Parlamenta Ewropayê di vê mijarê de biryarên cidî standiye jî di asta parlamentên welatên yekîtiyê de tiştek nehatiye kirin.

Doğu diyar kir wê hevdîtinên xwe yên bi komên li Parlamenta Ewropayê re zêde bikin.