PJAK: Pêlên darvekinan li dijî hemû gelê Kurd e

PJAK: Pêlên darvekinan li dijî hemû gelê Kurd e

Koordînasyona PJAK’ê ragahand ku pêlên darvekinan û siyaseta dewleta Ruhanî ne tenê li dijî aliyê siyasî û aliyan di heman demê de li dijî hemû gelê Kurd e. Di daxuyaniya ku PJAK’ê dayî de serxweşî li malbata Şerko Marfî û hemû gelê Kurd hat kirin.

 Koordînasona Giştî ya Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) di der barê darvekirina girtiyê siyasî Kurd Şerko Marfî de yê ji aliyê Rejîma Îranê ve hatî darvekirin daxuyaniyek da. Di daxuyanî de tê destnîşan kirin ku êrîşên komara îslamî ya Îranê li ser hemû gelê Îranê û bi teybet ji li dijî gelê Kurd e.

Di daxuyaniya Koordinasyona PJAK’ê de wiha tê gotin; “ Di destpêkê de em wek Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê(PJAK) ji bo malbata girtiyê siyasî  Şêrko Marfî yê ku ji aliyê rejîma Îranê ve li bajarê Seqiz berî rojekê hatî darvekirin û hemû gelê Kurd re sersaxiyê dixwazin. Ev kiryarên rejîma Îranê  li dijî mirovahiyê ne, em mehkûm û  şermezar dikîn.

Di daxuyaniya koordînasyona PJAK’ê de tê destnişan kirin ku, ev pêlên darvekirinê û siyaseta Komara Îslamiya Îranê li dijî nirxê mirovahiyê û wiha dom dike; “Ev pêlên êrîşan ji aliyê Komara îslamî û dewleta nû ve hatine destpê kirin. Li dijî hemû gelê Îranê û bi teybet ji li dijî gelê Kurd e. Ev êrîş tenê li dijî partiya em û aliyê siyasî nîne di hema demê de li dijî hemû gelê Kurd e. Di vê hemû gelê partî, rêxistin û gelê Rojhilatê Kurdistanê bi hestyar bin.”

PJAK’ê di dawiya daxuyaniya xwe de bang li gelê Kurd û bi teybet gelê Rojhilatê Kurdistanê dike ku xwedî li nirxên xwe yên piroz derbikevin.