PJAK: Dewleta Rohanî Îranê ber bi mîlîtarîzmeke faşîst ve dibe

PJAK: Dewleta Rohanî Îranê ber bi mîlîtarîzmeke faşîst ve dibe

Meclîsa PJAK'ê bal kişand ser pêkanînên dijmirovahiyê yên li girtîgehên Îranê li dijî girtiyên siyasî tên kirin û got, "Dewleta Îranê bi girtin, darvekirin û kiryarên ku li girtîgehan li hemberî girtiyên siyasî û çalakvanên medenî dike, nasnama siyasî û kesayetên siyasî li Îranê qetil dike û qirkirineke siyasî dide meşandin." PJAK'ê da xuyakirin çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgeha Ûrmiyê berxwedana rûmetê û xwedîderketina li nasnameya xwe ye û banga piştevaniya girtiyên siyasî li tevahiya gelên Îranê kir.

Meclîsa Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) der barê zext û pêkanînên dij mirovahiyê yên dewleta rejîma Îranê li girtîgehan li dijî girtiyên siyasî dimeşîne de, daxuyaniyek nivîskî weşand.

Meclîsa PJAK'ê bibîr xist, ku bi rojane li girtîgeha Ûrmiyê girtiyên siyasî, ji ber siyaseta înkar û bêrêziyê di çalakiya birçîbûnê de ne û da xuyakirin, ku ew vê siyaset û xemsariya rayedarên dewletê şermezar dikin, çalakiya berxwedanê ya girtiyan silav dikin.

'DEWLETA ROHANÎ ÎRANÊ BER BI MÎLÎTARÎZMEKE FAŞÎST DIBE'

Meclîsa PJAK'ê ragihand ku siyaseta ku dewleta Îranê ya di vê demê de li hemberê gelê Kurd dide meşandin bi tenê xizmeta kurkirina pirsgirêkên li Îranê dike û destnîşan kir ku ev yek jî bêçaretiya dewletê li hemberê dengê gelan radixîne ber çav. 

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin; "Dewleta Rohanî bi girtinên bê sînor û bêsedem li Kurdistanê, zext li ser girtiyên siyasî, kiryarên li girtîgeha Ûrmiyê, înkar û darvekirinan, Îranê ber bi mîlîtarîzmeke faşîzane dibe, ev gehiştiye astekê ku sebra gelê kurd bi dawî dike. Ev siyaset û rêbazê ku li hemberê gelê me tê meşandin, me dide fikirandin û di demeke wisa de bi vê siyasetê nêzê gelê kurd bûyîn, wê ti faydeya xwe li kesî nebe."

PJAK'ê diyar kir ku rejîm ji aliyekî ve banga yekbûyîna neteweyî û hestyarbûnê li gelên Îranê dike, lê li aliyekî din bi sedan ciwanan ji ber daxwaza mafê jiyaneke azad, wekhev û daxwazê digire binçavan û li girtîgehan bi rêbazên li derveyî mirovahiyê nêzî wan dibe.

"DEWLETA ÎRANÊ BI PÊKANÎNÊN XWE YÊN LI GIRTÎGEHAN RE QIRKIRINA SIYASÎ DIMEŞÎNE"

Meclîsa PJAK'ê da xuyakirin, ku dewleta Îranê bi kiryarên li girtîgehan hebûna çalakvanên siyasî û medenî di girtîgehên xwe de înkar dike û bi vê siyaseta xwe hewl dide ku sekn û têkoşînên siyasî li Îranê bişkîne û dîl bigire û got, "Gelo bi van rêbazan wê rewşa  Îranê çawa bi ewle be, kaosên civakî û siyasî yê çewa bên çareserkirin. Li cihekê ku mafê gelekî yê ku bi ramanê xwe yê azad tevbigere û nasnama xwe ya siyasî biparêze tê girtin, çawa behs ji demokrasî û azadiya beyan tê kirin.  Bi cihkirina kesên ku ji ber hin tewanên cûda hatine desteser kirin, di benden girtiyên siyasî de înkarkirina girtiyên bi nasnama siyasî û rêbazek ji bona şikandina irade û dîl girtina wane. Ruxmê ku bi salane girtîgehên Îranê, dagirtî ji çalakvanên siyasi ye, lê belê heya niha rejîma heyî, li xwe mikûr nehatiye û ev yek nepejirandiye. Bêgûman ev siyaset tenê dewleta Îranê ber bi kaos û dûrxistin ji demokrasiye dibe. Dewleta Îranê bi girtin, darvekirin û kiryarên ku li girtîgehan li hemberê girtiyên siyasî û çalakvanên medenî dike, nasnama siyasî û kesayetên siyasî li Îranê qetil dike û qirkirineke siyasî dide meşandin. Ya ku li girtîgeha Urmiyê û girtîgehên din ê Kurdistan tê meşandin, demokrasiya dewleta Rohanî li hemberê nasnama siyasî ya gelê kurd û siyasetmedarên vê/î  nîşan dide." 

Meclîsa PJAK'ê bang li rayedarên dewletê kir, ku dest ji vê siyaseta xwe ya li girtîgehan berdin û destnîşan kir ku daxwaz û dengê gelekî hêviya Îraneke demokratîk dike, cihê metirsiyê nîne.

"BERXWEDANA LI GIRTÎGEHA ÛRMIYÊ TÊ MEŞANDIN BERXWEDANA BI RÛMET E"

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku eger rêbazên çewisandin, darvekirin, girtin û kuştin çareserî bi xwe re anîbûya, rewşa welatên Rojhilata Navîn di vê astê de nedibû û got, "Eger dewleta Îranê dixwaze xwe ji kaos û dorpêçkirina heyî rizgar bike wê demê di serî de pêwîste dev ji siyaseta bi tirs li hemberî çalakvanên siyasî berde."

Meclîsa PJAK'ê da zanîn ku divê gelê Kurd, bi taybetî ciwanên têkoşer li hemberê vê siyaseta girtin û taybet kiryarên ku li girtîgeha Ûrmiyê tê jiyîn bê deng nemînin, li hemberê vê qirkirina siyasî nerazîbûnên xwe nîşan bidin. 

Daxuyanî bi vî rengî bi dawî bû: "Berxwedana ku li girtîgeha Ûrmiyê û li girtîgehên din tên meşandin berxwedana rûmet û xwedî derketin ji nasname û ramanê xwe ye. Beşdarbûna vê berxwedanê erkê her kurdeke welatparêz û insaneke demokrat e. Gelên li Îranê û dostên Kurdan pêwîste  bizanin ku di kesayeta girtiyên siyasî yê kurd, hemû civak û çanda berxwedêrî ya gelên Îranî hedef dikin, her bêdengî li hemberê van kiryaran rê ji bona şikandin û têkbirina çanda berxwedan û têkoşîna azadî û demokrasiye vedike û her nerazîbûna ku derkeve pêş yê rê ji van siyaset û kiryaran ku gelê Îranê ber bi qeyran û wehşetê dibe bigre. 

BANGA XWEDÎDERKETINA LI GIRTIYÊN SIYASÎ

Gelê me bi xwedî derketin ji girtiyên siyasî û piştgîrîkirin ji helwest û çalakiya wan girtiyan wê rê li siyaset û înkara ku di kesayeta wan girtiyan de li hemberê hemû gelê kurd tê meşandin bigrin. Em banga hestyarî di serî de ji raya giştî, saziyên mafê mirov û hemû gelê Îranî dikin ku bi dijderketin li hemberî van kiryaran, pêşî ji vê qirkirina siyasî ku ser mirovahiyê tê meşandin bigrin. Berxwedan û têkoşîn li hemberê vê siyasetê tenê erka girtiyên siyasî nîne, ev yek erka her mirov û kesê ku behs ji demokrasî, azadî û mafê mirovan dike ye."