‘Piştgiriya ji bo Kobanê peywireke enternasyonalîst e’
‘Piştgiriya ji bo Kobanê peywireke enternasyonalîst e’
‘Piştgiriya ji bo Kobanê peywireke enternasyonalîst e’
Şoreşgerên Swêdî yên nerazîbûn nîşanî Hikûmeta Swêd û welatên Rojavayî dan, ku alîkariya însanî û leşkerî nadin, ji bo ji gerîlayên YPG/YPJ'ê re çek bên peydakirin dest bi kampanyayeke bexşînê kirin.
Hikûmeta Swêdê ku li dijî daxwaza çekan a PYD û YPG’ê ya guhê xwe girtine, li ser banga rêxistina sosyalîst a Arbetarmakt (deshilatdariya karker) kampanyaya hatibû detspêkirin didome.
Kampanyaya ku ji aliyê tevgera çep a Swêdê ve hatiye destpêkirin, fikr û nêrînên der barê şoreşa Rojava de û nêzîkatiya wan me ji berpirsê Arbetarmakt Eudardo Montero pirsî.
Eudardo der barê sedema destpêkirina kampanyayê de axivî û got: “Kampanyayên me yên cuda bo Rojava û Sûriyê heye. Ev bo hewcedariyê mirovahî ne. Lê di demên dawî de me dît ku YPG li dijî çeteyên dagirker têdikoşe.Her kesî guhê xwe li daxwaza çekan a gelê Kobanê girt. Bi armanca alîkariya gerîlayan me ev kampanya da destpêkirin.
Di berdewamiya daxuniyê de diyar kir ku li Rojava guherînên girîng yên civakî pêk tên û wiha pêde çû: “Li rojava hêzên çep rola girîng dilîzin. Em nabêjin li wir şoreşa sosyalîste. Lê li wir pergaleke demokratîk hat avakirin. Li Rojava pergaleke laîk heye. Her kes wek hev tê dîtin. Jin mêr wek hev tê dîtin. Azadiya rêxistinbûn û îfadeyê di bin ewlehiyê de tê girtin. Ji ber vê divê em zêdetir piştgiriyê bidin wan. Piştgirîdayîna bo Kobanê û şoreşa Rojava peywira me şoreşgerane.
Welên herêmê;Suudî Erebîstan, Katar, Tirkiye li ser kêmaran zextan dikin. Kesên ku vê pergalê ava dikin li dijî DAIŞ’ê alternatîfek rast ava dikin.
‘TIRKIYE DIXWAZE KOBANÊ TUNE BIBE’
Eudardo balkişand ser polîtîkaya Tirkiyeyê ya li hemberî Kurdan û got: “Tirkiye plan dike ku li Rojhilata Navîn bibe dewletek mezin. Ji bo vê pêk bîne li Kurdistana Tirkiyeyê Kurdan diçewisîne.Naxwaze li Rojava Kurd bibin xwedî statu. Bi fikare ku Kurdên
Tirkiyeyê jî ji vê bandor bibe. ji ber vê jî çeteyên DAIŞ’ê bi ser Kurdan de dibe.Dewleta Tirk li şûna ku alîkariyê bide Kobanê, alîkariyên ku diçe jî asteng dike. Alîkariya mirovahî û leşkerî asteng dike. Dixwaze Kobanê bikeve û avabûna li wir tune bibe.
Welatên wekê DYA, Suudî Erebîstan û Katar ku berê piştgirî dan DAIŞ’ê niha koalîsyon avakirine û li mewziyên DAIŞ’ê dixe. Lê ger ku bi rastî bixwazin parastina Kobanê bikin divê bombebaranên bi tund bikirana. DYA, naxwaze Rojhilata Navîn ji kontrola wan derkeve. Ger ku YPG DAIŞ’ê bi tena serê xwe tê bibe dê PKK û Kurd bi hêztir bibin. ligel vê dê tevgerên şoreşger jî bi hêz bikin. Ji bo vê naxwazin neçar dimînin bombebaran bikin û mudaxale bikin. îda dike ku ew Kobanê rizgar dike. Dixwaze prestîjê qezenc bike.”
DIVÊ ME ZÛTIR KAMPANYA BIDA DESTPÊKIRIN
Eudardo destnîşan kir ku di mijara alîkariya bo Kobanê de berpirsyariya wan jî heye û got: “Divê em rexne bikin. Divê me ji zûde kampanyaya çekan bida destpêkirin. Lê sedemên cuda hene. beriya her titşî Sûriye gelek tevliheve. Mirov nekarin der barê wir de agahiyên zelal bigirin. Her wiha me xetereya DAIŞ’ê jî hêj baş fêm nekiriye. Me nedizanibû ku ew xwedî rêxistibûnek faşîzan a dînamîke.
Eudardo got tevgerên şoreşger têr alîkarî nedan Kobanê û got sedema vê jî eve ku tevgerên Şoreşger di pêvajoyeke paşveçûnê de ne û sedemeke din jî parçebûan Kurdane û hebûna gelek rêxistin û partiyên Kurdane.
DIVÊ ZÊDETIR PIŞTGIRÎ BÊ DAYÎN
Eudardo li ser PYD’ê jî sekinî û diyar kir ku ew PYD’ê wek partiyeke pêşdeçûyî ku şoreşa demokratîk a Rojava pêk aniye dinirxînin û got: “Wan bi DYA û Îsraîlê re hevkarî nekir. Neketin bin emrê Enqereyê. dijminahiya li dijî partiyên Kurdan redkirin.Li şûna vê bi PKK’ê re tevgeriyan. Ji ber vê jî bloka emperyalîst, Tirkiye û rêveberiya herêma federal a Kurd alîkariyê nade Kobanê.Ji ber vê jî divê zêdetir piştgirî bo PYD û YPG’ê bê dayîn.
Me dît ku Kobanê di bin dagirkirinê ye. YPG’ê bi çekên sivik parastina xwe dikir. Piştî ku komên şoreşger yên Elmanyayê kampanyaya çekan da destpêkiri me xwest em heman tiştî li vir jî bikin.
Me li şûna kampanyayên îmzeyan ya çekan da destpêkirin. Me hedef kir ku em mîlyonek euro berhev dikin û me xwest em peyama ku ligel gelê Kobanê ne bidin.