‘Pirsgirêkên qanûnî û siyasî veguherîn krîza siyasî û aborî’
“Li Başûr derbeyek li holê heye û dê ev derbe ser nekeve. Em ê dawî li dagirkirina Hewlêrê bînin. Divê xelkê Herêma Kurdistanê li gel meclîsê bin.’’
“Li Başûr derbeyek li holê heye û dê ev derbe ser nekeve. Em ê dawî li dagirkirina Hewlêrê bînin. Divê xelkê Herêma Kurdistanê li gel meclîsê bin.’’
Parlamentera YNK’ê ya berê ya Iraqê Rabiha Hamad Abdullah diyar kir ku krîza siyasî û aborî her ku diçe kûr dibe û anî ziman ku sedema sereke ya krîzê jî li hevnefêhmkirina partiyên siyasî yên herêmê ne. Abdullah da xuyakirin ku bê yekitiya Kurdan dê referandûma serxwebûnê bi sernekeve û banga yekitiyê li partiyên Kurd kir.
Li Herêma Federal a Başûrê Kurdistanê krîza siyasî û aborî her ku diçe kûr dibe û krîz vediguhere aloziyan. Li gorî nêrînên gelê herêmê jî çavkaniya sereke ya krîzê PDK ye. Di sala 18.07.2013’an de bi piştevaniya Yekitiya Nîştimaniya Kurdistanê (YNK) û Partiya Demokratîk a Kurdistanê (PDK) du sal li ser Serokatiya, Serokê PDK’ê Mesûd Barzanî ve hatibû dirêjkirin. Her wiha piştî dirêj kirina du salan dîsan dema Serokatiya Barzanî qediya û niha Barzanî bi awayekî bê qanûnî Serokatiya Herêmê dimeşîne û nêzî salekê ye deriyê Meclîsê girtiye. Dîsa PDK ji krîza heyî Tevgera Goran berpirsyar dibîne. Goran jî vê nêzîkatiya PDK'ê weke "darbeyek li demokrasiyê" pênase dike.
Hêjayî gotinê ye ku ji du salan zêdetire hêzên PDK’ê rê li pêşiya Serokê Meclîsê Dr. Yusuf Mihemed û gelek parlamenterên Tevgera Goran girtiye û nahêlin bikevin Hewlêrê. Serokê Meclîsê Dr. Yusuf Mihemed di daxuyaniyek xwe ya di 13 Cotmeha 2015’an de wiha dibêje: “Li Başûr derbeyek li holê heye û dê ev derbe ser nekeve. Em ê dawî li dagirkirina Hewlêrê bînin. Divê xelkê Herêma Kurdistanê li gel meclîsê bin. Daxwazên gel rewa ne û ji bo van daxwazan daketine meydanan. Nabe rê li ber helwestên cuda vebe û mal û milkê xelkê were şewitandin. Nabe ku bersiva gel bi gule û êrîşan were dayîn. Heger ew hêzên li Hewlêrê pêşiya min girtin, nehiştin ez biçim Meclîsê li Şengalê heba, wê Şengal nehatiba dagirkirin û neketiba destê çeteyên DAIŞ’ê.”
‘KRÎZ VEDIGUHRE ALOZIYAN’
Parlamentera YNK’ê ya Iraqê ya berê Rabiha Hamad Abdullah krîza siyasî û aborî ya li Herêma Federal a Başûrê Kurdistanê ji ANF’ê re nirxand. Abdullah da zanîn ku divê hemû partiyên siyasî pirsgirêkên li herêmê veguherînin pirsgirêkên xwe û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Divê hemû partî bi hev re li ser pirsgirêkan rawestin, nîqaşan bikin û li riyên çareseriyê bigerin. Divê sereke partî hewl bidin pirsgirêkan bi hev re çareser bikin û pirsgirêkên gel bigrin li ser milê xwe. Li herêma Kurdistanê pirgirêk di nav bera hemû partiyan de û pirsgirêk bi hikûmeta Iraqê re jî heye. Li Kurdistanê pirsgirêkê qanûnî û siyasî hene. Meclîs saziyek ya qanûn danînê û ya çareserkirina pirsgirêkan e. Lê mixabin ji salekê zêdetire meclîs girtiye û ti xebat nayê kirin. Heger Meclîs aktîf bûya û kar kirîba dikarî ji bo hemû pirsgirêkên siyasî û aborî re bibe bersiv. Pirsgirêka partiyan ya bi hevre, girtina Meclîsê, şerê li dijî DAIŞ’ê, pirsgirêka bi Iraqê û mijara referandûmê bi serê xwe bûye pirsgirêkek û ev pirsgirêk vediguhere aloziyan.”
‘BÊ YEKITIYÊ REFERANDÛM SER NAKEVE’
Abdullah anî ziman ku PDK krîza heyî Tevgera Goran berpirsyar dibîne û Goran jî vê nêzîkatiya PDK'ê weke "darbeyek li demokrasiyê" pênase dike. Abdullah got, divê hemû partî dest ji berjewendiyên şexsî berdin û ji bo pêşeroja welat bikevin nava xebatê û wiha pê de çû: “Di destpêkê de divê yekitiyek ya Kurdan hebe û Kurd bi hevre bikarin xwedî mafên xwe derkevin. Li Başûr niha biryara referandûmê ya ji bo serxwebûna Kurdistanê hatiye dayîn, divê pêşiya her tiştê Kurd bibin yek û Kongreyek Neteweyî li dar bixin. Divê çar aliyên Kurdistanê li ser vê biryarê kom bibûna û ev biryar binirxandana. Ne tenê aliyek li ser vê biryarê bisekine. Li welat bê yekitiyê ne gengaz e referandûma serxwebûnê bi ser bikeve û ez ji vê yekê jî bawer nakim. Kurdan di şerê xwe yê li dijî DAIŞ’ê de yekitiya xwe nîşan dan û niha jî dora siyaseta Kurd e.”
‘JI BER ALOZIYÊN PARTIYAN KRÎZA ABORÎ KÛR DIBE’
Abdullah li ser krîza aboriyê jî sekînî û wiha axivî: “Li herêma Kurdistanê ji ber aloziyên di nava partiyan de pirsgirêka aboriyê bûye xala herî dawî. Lê belê li Başûr krîzek kûr ya aboriyê heye û gelê herêmê xizan in. Krîza aboriyê ji sala 2010’an û vir de didome û ti gav ji bo vê krîzê nayê avêtin. Di sala 2010’an li bazara cîhanê nirxê gaz û benzînê kêm bû. Bê Iraqê jî Kurdistanê xwest aboriya xwe di destê xwe de bigre û dest bi şandina benzînê ji bo welatan kir. Benzîn û gaza Kurdistanê difiroşe ji derve bi nirxê gelek kêm difiroşe. Ev yek ji bo sedema hikûmeta Iraq deriyê xwe yê aboriyê li ser Kurdistanê bigre. Dîsan Iraqê muceyên hemû xebatkarên Kurdistanê birî û hikûmeta Kurdistanê tenê hişt. Her wiha êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li dijî herêma Kurdistanê jî bandorek mezin li aboriya Kurdistanê kir. Ji sala 2013’an û vir de nirxê benzînê ji 25 dolaran bûye 50 dolar. Hinek alî naxwazin rewşa aboriya Kurdistanê baş bibe û ev pirsgirêk çareser bibe. Li gorî raporên belav dibin rojê 1. Milyon birmîl benzîn difiroşe bazarên welatên cuda. Li gorî dayina muceyên karkaran û firotina benzîna ji derveyî welat re, ev hesab ji hev nagre û gendeliyek derdikeve holê. Krîz her ku diçe kûr dibe û divê hikûme berî her tiştî rê li ber vê krîzê bigre.”