Pirsa berpirsê komkujiya Basan hate kirin

Dayikên Şemiyê di çalakiya xwe ya 668’an de bal kişandin ser polîtîkaya necazekirinê ya li ser berpirsên Komkujiya Basanê

Seroka Şaxa ÎHD'ê ya  Stenbolê Gulseren Yolerî di çalakiya Dayikên Şemiyê de axivî, bal kişand ser Komkujiya Basanê û gotinên wezîrê berê Adnan Ekmen "Karê JÎTEM'ê bû me neanî ziman" bi bîr xist. Yolerî aşkera kir ku 22 sal e polîtîkaya cezanekirinê didome û xwest ku kujer bêne cezakirin.

Dayikên Şemiyê ji bo winda bên dîtin û faîl bên darizandin, 668 caran li Qada Galatasarayê hatin gel hev. Di çalakiyê de pankarta "Faîl diyar in, winda li ku ne?" hat vekirin qurnefîlên sor û laçikên spî yên ku aştiyê temsîl dikin danîn ser wêneyên windayan. Di çalakiya vê hefteyê de mijara komkujiya Basan a Şirnexê bû û hate xwestin ku berpirsên komkujiyê werin darizandin.

‘DEWLETÊ BIXWE KIR’

Muzîkjen Şanar Yurdatapan ku dema Komkujiya Basanê  di Koma Xebatê ya Bi Hev Re ya Ji Bo Aştiyê de dixebitî, aşkera kir ku dewletê di Komkujiya Basanê de xwe daye dest û got: "Wê demê bi daxuyaniyên ku dane, xwestin bûyerê bavêjin stûyê PKK'ê. Lê PKK'ê ev daxuyanî li derewê qelibandin."

‘HÛN ÇI BIKIN JÎ EM Ê AŞTIYÊ BIXWAZIN’

Keça Ahmet Kaya ku di 12'ê Çileya 1996'an dema binçavkirî bû hate kuştin, Emîne Erbek Kaya jî  got: "Dilê me bû xwelî. Ev 22 sal e em heman êşê dikişînin. Heta ku em bijîn em ê li windayan bigerin. Em aştiyê dixwazin. Hûn me bişewitînin jî bikujin jî em aştiyê dixwazin. Kesên ku wijdana wan heye divê vî dengî bibîhîse." Neviya Ahmet Kaya Rojîn Kaya jî got: "Leşkeran kalê min kuşt. Em bi hesreta wî man."

Seroka Şaxa ÎHD'a Stenbolê Gulseren Yolerî, daxuyaniya hefteyê xwend û wiha pê de çû: "Di 15'ê Çileya 1996'an de li gundê Koçyurdu ya Basana Şirnexê mînîbûsek gulebaran kirin. Di mînîbûsê de 7 gundî û 4 jî cerdevan hebûn. Mînîbûs destpêkê hat gulebarankirin û piştre hat şewitandin. Ji bo xatirê heqîqet û edaletê Komkujiya Basanê nedin ji bîrkirin."

'WEZÎR LI XWE MIKUR HAT'

Yolerî got piştî komkujiyê bi 13 salan yek ji wezîrê wê demê Adnan Ekmen gotiye, ‘’Dema ku lêpirsîna bûyerê hate kirin, li pişt dewlet derket. Karê JÎTEM’ê bû, me nikarîbû bibêjin.’’

Yolerî derbirî ku 22 sal bi ser Komkujiya Basanê re derbas bûye, hêj kujer nehatine cezakirin û wiha got: "Gundiyên bi navê Abdullah Îlhan, Ahmet Kaya, Halît Kaya, Alî Nas, Neytullah Îlhan û Ramazan Oruç, cerdevanên bi navê Hamît Yilmaz, Abdulhalîm Yilmaz, Mehmet Oner, Lokman Ozdemîr û ajokarê mînîbûsê Ramazan Nas, bi hovane kuştin. Bedenên ku bûbûn xwelî, beyî ku bidin malbatên wan hêzên ewlehiyê ew bi komî defin kirin. Ev sûcê li dijî mirovahiyê ye. Ji bo her kesî gorek û rûmeta mirovahiyê pêwîwîst e."