Pîrozbahiyên Newrozê didomin

Li gelek bajarên Kurdistanê agirê Newrozê hat vêxistin û daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat kirin.

NEWROZ

Li gelek navendên Kurdistanê û Enqereyê agirê Newrozê hat vêxistin. Di pîrozbahiyan de dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe” û “Newroz pîroz be” hatin berzkirin. Di şahiyan de govend hat gerandin û daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat kirin.

ŞIRNEX

Li gundê Hespîst ê navçeya Hezex a Şirnexê ciwanan agirê Newrozê vêxistin û bi dirûşma "Bijî Serok Apo" Newroz pîroz kirin. Ciwanên ku danê sibehê xwestin li girên ser gund agir vêxin, ji aliyê leşkerên li derdora gund ve hatin astengkirin. Li ser vê yekê ciwanan li nava gund agir vêxistin. Piştî derdor tarî bû ciwanan tekerên li ber deriyê gund şewitandin û fîşekên hewayî teqandin. Ciwanan bi dirûşmên "Bijî Serok Apo" li dora agir kom bûn û Newroz pîroz kirin.

QERS

Gel piştî fitarê li Taxa Aydinlikevlerê ya navenda Qersê hatin cem hev û bi vêxistina agir Newroz pîroz kirin. Tevî ku polîsan bi TOMA û wesayetên zirxî hewl dan taxê dorpêç bikin jî, gel guh nedan astengiyê û lastîkên ku berê amade kiribûn şewitandin. Agirê Newrozê ji aliyê TOMA'yê ve hat vemirandin. Li ser vê yekê gel agirê Newrozê li cihekî din ê taxê vêxist. Li gelek deverên taxê fîşekên hewayî yên ku hatin pêxistin reng dan pîrozbahiyê.

DÎGOR

Li gundê Tirmaşîn a navçeya Dîgor a Qersê agirê Newrozê hat vêxistin û şahî hat lidarxistin. Gundî piştî fitarê hatin cem hev û bi vêxistina agir Newroz pîroz kirin. Jin û mêran demeke dirêj li dora agir govend gerandin.

ENQERE

Rêxistinên girseyî yên demokratîk li Mamakê meşek li dar xistin û Newroz pîroz kirin. Li dû meşê gelê Mamakê bi xwendina deklerasyona Newrozê vexwend çalakiya Newrozê ya 24'ê Adarê ya ku dê li Anîtparkê bê lidarxistin. Di meşê de bê navber dirûşmeyên "Bijî Newroz, Newroz pîroz be" û "Bijî berxwedana Newrozê" hatin berzkirin û pankarta "Bijî Newroz, Newroz pîroz be" hat vekirin.

EDENE

Jin û ciwan li taxa 19 Mayisê ya Yuregîrê û Taxa Havuzlubahçe ya Seyhanê li hev civiyan û agirê Newrozê bi muzîk û berzkirina dirûşmên “Bijî Serok Apo” û “Newroz pîroz be” vêxistin. Gel bi çepik, tilîlî û dirûşmeyan bi deqeyan li dora agir sekinî. Parlamenterê DEM partiye yê Mêrsînê Alî Bozan, Namzetên Hevşaredarên DEM Partiyê yên Şaredariya Seyhanê Sever Uzun û Mehmet Karakiş, Namzetên Hevşaredarên DEM Partiyê yên Şaredariya Yuregîrê Şukran Efetûrk û Îbrahîm Kocaman û bi sedan kes beşdarî pîrozbahiya bûn. Di pîrozbahiyê de ciwanan pankarta “Her Newroz destpêkek nû ye” vekirin û bi meşaleyan meşiyan.

Di meşê de bêyî navber dirûşmeyên "Bijî Serok Apo", "Jin, Jiyan, Azadî" û "Newroz pîroz be" hatin berzkirin û azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate xwestin.