PHKÊ avakirina ‘Fermandariya Êzidxanê ya ji bo rizgariya Şengalê’ silav kir
Platforma Hunermendên Kurdên Êzidî (PHKÊ) avakirina "Fermandariya Êzîdxanê ya ji bo rizgariya Şengalê" a li Şengalê hat avakirin silav kir.
Platforma Hunermendên Kurdên Êzidî (PHKÊ) avakirina "Fermandariya Êzîdxanê ya ji bo rizgariya Şengalê" a li Şengalê hat avakirin silav kir.
Platforma Hunermendên Kurdên Êzidî (PHKÊ) avakirina "Fermandariya Êzîdxanê ya ji bo rizgariya Şengalê" a li Şengalê hat avakirin silav kir.
Hêzên Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ), Yekîneyên Parastina Jinên Şengalê (YPJ Şengal) û Hêzên Parastina Şengalê (HPŞ) bi daxuyaniyeke hevpar îlankirin ku di bin navê "Fermandariya Êzîdxanê ya ji bo rizgariya Şengalê" fermandariyeke hevbeş ava kirine, Platforma Hunermendên Kurdên Êzidî (PHKÊ) bi daxuyaniyeke hevbeş îlana fermandariya hevbeş silav kir.
PHKÊ di destpêka daxuyaniya xwe de ku got: “Xewn û xeyala sed salan, xewn û xeyala Êzidxan pêk tê” wiha dewam kir:
“Sê hêzên leşkerî, yên Êzidî ji bo azadkirina Şengal yekîtîya xwe ava kirin.
YBŞ, YPJ ŞENGAL, HPŞ û bi alîkariya HPG û YPJ li dijî faşîzma DAIŞ û ji bo azadiya Şengal yekîtiyek ji van hêza pêk hatiye.
Em wek Platforma Hunermendên Kurdên Êzidî vê yekîtîyê silav dikin.
Em wek Platforma Hunermendên Kurdên Êzidî, bi vê gava pîroz gelek kefxweşin.
Ev roj wê hinek birînên birîndariya 73 fermanan derman bike.
Wê bi vê yekitîyê hemû hêzên dagirker û xêrnexwaz têk bibê! Bi azadkirina Şengal, wê azadiya Kurdistan jî bê. Wê yekîtiya Şengal, yekîtiya Kurdistan jî bê.
Em wek civaka Êzidî di rewşek awarte û dîrokî re derbas dibin? Mina pira selatê, yan em ê dek û dolabên bi hezar salan li ser civaka me, ola me û neteweya Kurd têk bibin û azadiyê ji gelê xwe re bikin diyarî, an jî ev fermana 73. wê bibê fermana dawî?
Bi zanebûn Êzidiyan koçberî Ewropa dikin! Kurdistanek bê Êzidî dixwazin.
Lê, Tevgera Azadiya Kurdistan pêşiya vê yekê digirê. Daxwaz dike Êzidxanek xweser ji bo civaka me bike diyarî. Em wek hunermendên Kurdên Êzidî vê yekê ji hemû hêz û partiyên Kurdistanî daxwaz dikin.”