Peyama ji bo polîsên Elman: Hûn bi zextan bi me nikarin

Êrîşa polîsên Hambûrgê ya bi ser Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Kurdistanê (NCKD) de bi daxuyaniyeke çapemeniyê hate şermezarkirin.

Êrîşa polîsên Hambûrgê ya bi ser Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Kurdistanê (NCKD) de bi daxuyaniyeke çapemeniyê hate şermezarkirin.

Di daxuyniya çapemeniyê de ku li komeleya NCDK ya Hambûrge pêk hat, nûçegihan, Wekîla Partiya Çepgir Crrîstîane Schneîder, nûnera TJK-E’yê Done Guzel, nûnerê NAV-DEM’ê Yavûz Fersoglu û gelek şoreşgerên Kurdistanî û Tirkiyeyî hazir bûn.

Nûnera TJK-E’yê Done Guzel diyar kir ku li dijî zext û gefan a bi ser Kurdan de ew ê têkoşîna xwe ya demokratîk bidomînin, ti hêz wê nikaribe vê têkoşîna demokratîk asteng bike û got, ‘’Polîsên Hambûrgê bê sedem bi rengekî korsanî berê sibehê bi ser komeleya me de girtin. Derî şikandin û komele serobinî hev kirine.’’

Guzel bi domdarî got sedem çi dibe bila bibe ew helwesteke wiha qebûl nakin û kesek bi van gef û hêzan nikare têkoşîna wan a demokratîk asteng bike.

Guzel bal kişande ser êrîşa bi ser lîstikvanê gokê Denîz Nakî de û got polîsên Elman li şûna ku bi ser komeleya wan a yasayî de bigirin bila ji faşîstên Tirk ku êrîş bi ser Nakî de birine hesab bipirsin.

Guzel diyar kir ku kuştina sê jinên şoreşger ên li Parîsê û êrîşa bi ser Nakî de, êrîşa bi ser komeleya wan de nîşan dide ku mîsogeriya jiyanê ya yek ji mirovên tine û tê xwestin ku gel bikin qurbana firotina çekan a tifaqa genî ya dewletan.

Guzel got li dijî van êrîşan bersiva herî xurt xwedîderketina li saziyan e.

 ‘EM LI CEM GELÊ KURD IN’

Parlamenetera Partiya Çepgir Chrîstîane Schneîder jî got her carê bi partiya xwe li cem Kurdan in û dixwazin doza Kurdan bi rêyên demokratîk çareser bibe û got, ‘’Polîsên Hambûrgê beriya niha daxuyanî dabûn û gotibû Kurdistaniyên li bajêr dijîn tevlî bûyerên tundiyê nebûne. Li gel helwdanên provakatîf ên faşîstên Tirk jî Kurd nehatine vê lîstikê. Em nikarin wateyekê bidine vê bi ser de girtina komeleyê.

Parlamentera Partiya Çepgir got aktîvîstên Kurd ên ku siyaseta demokratîk dikin têne girtin û got polîsên Hambûrgê yên ku bi ser komeleyê de girtine destek dane hikûmeta Erdogan. Herî dawî diyar ki ku ew vê serdegirtinê şermezar dikin û her demê li cem Kurdan in, li cem têkoşîna mafdar a Kurdan in.