Peyama Demîrtaş a ji bo 1'ê Gulanê

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş, bi wesîleya 1'ê Gulanê peyamek ji girtîgehê şand û got, "Di vê rêya zehmet û bêhempa de, ez ji we hemûyan re serketinê dixwazim."

Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş, bi wesîleya 1'ê Gulanê Roja Yekîtî, Piştgirî û Têkoşînê ji Girtîgeha Tîpa F ya Edîrneyê peyamek şand.

Peyama Demîrtaş ji aliyê Buroya Çapemeniyê ya HDP'ê ve hate weşandin. Di peyama xwe de Demîrtaş got, "Yek ji pîvanên bingehîn ên ku mirovan dikin mirov, bêguman keda mirovan e. Di vê dema zehmet de ku êrîşên li ser ked û kedkaran, talana mafê mirovan bi rengekî bê sînor dewam dike, ez her kesên ku bi biryardarî û bi wêrekî têkoşîna kedê dimeşînin û li cem kedkaran cih digirin, bi rêzdarî silav dikim. 1'ê Gulanê Cejna Kedkaran a Cîhanê pîroz dikim û bi baweriya li yekîtiya wekhev û azad a gelên me, di vê dema zehmet û bêhempa de ji we hemûyan re serketinê dixwazim."