Pêşmerge: Em amadekariyan dikin, em ê derbasî Kobanê bibin

Pêşmerge: Em amadekariyan dikin, em ê derbasî Kobanê bibin

Pêşmergeyên li Pirsûsê tên rawetandin dan xuyakirin ku ew amadekariya derbasbûna Kobanê dikin û moralê wan gelekî bilind e.

Pêşmergeyên ji bo derbasî Kobanê bibin ev sê roj in li Pirsûsê tên rawestandin, dema ji stasyoneke petrolê ya li pêşberî depoya Çûkobîrlîkê benzîn werdigirtin, kesekî ji wan re rêbertiya bi Tirkî dikirin û nexwest navê xwe aşkera bike, daxuyanî da. Rêber diyar kir ku li cihê ew lê ne, rewşa wan baş e û moralê wan di cih de ye û got, "Ji bo derbasbûna Kobanê em amadekariyan dikin. Moralê me gelekî bilind e. Em ê di nava çend rojan de mizgîniyê bidin gelê xwe."

Kesê mijara gotinê, ji ber sedema ewlekariyê aşkera ne kir ku wê kengî derbasî Kobanê bibin.