'Pêşîvekirina Suryaniyan' a AKP’ê xapînok e
'Pêşîvekirina Suryaniyan' a AKP’ê xapînok e
'Pêşîvekirina Suryaniyan' a AKP’ê xapînok e
Suryaniyan diyar kirin ku sozên hikûmeta AKP'ê dane Suryaniyan ên weke; ji bo vegera welatê xwe piştgiriya aborî û axê tê dayîn, xapînok in û destnîşan kirin ku axa wan bi destê dewletê hatiye desteserkirin. Suryaniyan, hikûmeta AKP’ê bi şopandina polîtîkaya durû sûcdar kir.
Di demên dawî de di çapmeniya Tirk nûçeyên wekê ‘Hikûmetê ji bo pêşîvekirina Suryaniyan ket tevgerê’, ‘Ji hikûmetê pêşîvekirina Suryaniyan’ hatin weşandin û her wiha peyama ‘Ger hûn vegerin gund û welatê xwe em ê her cure alîkariyê bidin’ di nûçeyan de hat dayîn. Li ser vê yekê nêzî 100 hezar Suryaniyên li Swêdê dijîn fikar û bertekên xwe nîşan dan.
Suryaniyan got ku di 2010’an de hikûmetê piştî pêşîvekirina Kurd DTP girt û di nav de şaredar jî hebûn bi hezaran Kurd bi hinceta ku endamên KCK’ê ne girtine û bi salan di girtîgehan de hiştine û ew bi fikarin ku wê heman tişt bê serê wan jî.
Suryaniyan da zanîn ku ev soza hikûmetê ya heke vegerin ser axa xwe û wê piştgiriya aborî bê dayîn, xapînokin û axa wan bi destê dewletê hatiye desteserkirin. Suryaniya AKP’ê bi polîtîkaya durû şûcdar kirin.
Rojnameger-nivîskar Augîn Kurt Henînke ku bi salan e, li Swêdê dijî got ku hikûmet ne jidil e û di 2008’an de li Mêrdîna ku berê piranî Suryanî lê dijiyan, kirîna axê û kargeriyên şîrketê qedexe kirine. Ev jî hedef dike ku Suryaniyên welatîbûna Tirk winda kirine venegerin ser axa xwe.
SURYANÎ JÎ WEKE ERMENIYAN LI DIJÎ YEKÎTIYA WELAT TEHDÎD IN
Di rapora (rapora Mêrdînê) ku ji aliyê parlamenterê AKP’ê Resul Tosun ve di sala 2003’an de hatiye amadekirin tê gotin ku Suryaniyan li Mêrdînê bi rêjeyek mezin erd kirîne û ev di pêşerojê de li dijî Tirkiyeyê wê bibe xeter e. Di raporê de tê diyarkirin Suryaniyên li derveyê welat dijîn wek Ermeniyan li dijî yekîtiya welat tehdîd in.
Çend sal piştî weşandina vê raporê di 27’ê Cotmeha 2008’an de hikûmeta AKP’ê bi hinceta ‘parastina ewlehiya welat’ li Mêrdînê qedexe kir ku kesên biyanî erd bikirin.
Hanînke der barê mijarê de wiha got: “Di raporê de dihat gotin ku Asuriyan bi rêjeyek mezin erd kirîne. Lê rastiya wê tine. Axa bav û kalê min hebû, ji bo em bigirin ser xwe em ketin nav hewldanan lê em rastî astengiyan hatin.”
Henînke got ku, rapora 21’ê Mijdara 2003’an, di paneleke ku li Parlamentoya Swêdê pêk hat û Mehmet Elkatmiş jî tevlîbû anîn rojevê û got: “Elkatmiş rapor înkar kir. Li ser vê yekê Suryaniyan got ku rapor li parlamenterên Swêdê belav kirine û rojek şûnde rapora li ser malpera înternetê ya dewleta Tirk hat rakirin. Di navbera panelê de min derfet dît bi Elkatmiş û rayedarên Tirk biaxivim. Hebûna raporê qebûl kirin. Elkatmiş qebûl kir ku di pirtûkên dibistana seretayî de îfadeyên weke ku Suryanî û Xiristiyanan xayîntî kiriye, hene, lê got ku ti eleqeya vê komîsyonê bi vê re nîne.
DEWLETÊ DEST DANÎ SER ERDAN
Henînke got ku di hema hikûmeta AKP’ê ax û malên Suryaniyan derbasî xezîneya dewletê hatiye kirin û bal kişand ser pêkanînên Îdareya Kadastro û Tapoyê yê salên 2000’î.
Henînke wiha berdewam kir: “Li Turabdînê ji bo xwediyên eraziyan bên diyarkirin projeyek mezin ket meriyetê û ji ber vê yekê ji YE’yê jî alîkariyek mezin girtine. Li Turabdînê bi hinceta ku beşeke mezin a eraziya Asuriyan daristane hatin desteserkirin. Li Tirkiyeyê ji bilî dewletê kes nikare bibe xwediyê daristanan. Bi rêbazên YE’yê re dikeve nakokiyan. Li Ewropayê kes dikarin bibin xwedî daristan."
Henînke bal kişand ser pêşîvekirina Suryaniyan a hikûmeta AKP’ê û got ku hikûmeta Tirk ji ber ku di salvegera 100’emîn a qirkirina Asuriyan de, dest ji daxwaza naskirina Seyfo berdin vê dike.
ARMANC DIKE KU XEBATÊ ASTENG BIKE
Endezyarê înşaetan Kenan Kerîmo jî got ku pêşîvekirina AKP’ê ya ji bo Suryaniyan xapînoke û bi vê yekê hewl didin ku xebatên Suryaniyên li dîasporayê ya ji bo 100’emîn salvegera qirkirinê asteng bikin. Kerîmo wiha got: “Di 2010’an de hikûmeta Tirk dest bi pêşîvekirina Kurd kir û piştre jî dest bi êrîşan kir. DTP girt û bi hezaran Kurd girtin. Li gel têkoşîna 40 salî ya gelê Kurd girtin didomin. Niha pêşîvekirina Kurd û pêvajoya aştiyê didome, lê AKP piştgiriyê dide DAIŞ’ê û bi ser Rojava de dibe. Ji ber vê jî ev sozên AKP’ê yên ji bo Suryaniyan jî xapînok in. Hemû eraziyên Mor Gabrîel ên ku dewletê desteserkirine hê nehatine radestkirin.
Kerîmo bi lêv kir ku AKP dixwaze oldarên li Tirkiyeyê dijîn bikişîne cem xwe û nêzîkatiya wan a li dijî mirovan jî zext e, divê AKP dest ji bikaranîna dêr û oldaran berde.
Kerîmo got ku di 1915’an de li dijî Suryaniyan qirkirin pêk hat û beşek mezin jinên Suryanî hatine kuştin û hinek jî bi zorê kirine Misliman. Kerîmo got ku beriya pêşîvekirinê divê destpêkê Tirkiye vê qirkirinê qebûl bike ger qebûl bike wê pêşiya demokratîkbûnê vebe.
EV 175 SALE POLÎTÎKAYÊN XAPÎNOK TÊN MEŞANDIN
Serokê Komeleya Keldanî-Suryanî-Asurî yê Swêdê Ozcan Kaldoyo jî ev pêşîvekirina Suryaniyan a hikûmeta AKP’ê pêkanînek mijulkirinê ye û got ku desthilatdariya AKP’ê bi ti awayî baweriyê nade wan.
Kaldoyo diyar kir, ne tenê AKP’ê desthilatdariyên berê jî heman polîtîka meşandine û ji sala 1839’an heta niha ji Fermana Tanzîmatê heta niha ev 175 sal e, kesên ne Misliman in, can, mal û namûsa wan di xetereyê de ye.