Pervîn Bûldan: Li bendê bin, em tên!

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan di civînê de axivî ya ku manîfestoya hilbijartinê ya HDP’ê lê hate eşkerekirin. Bûldan got ku, “Ji bo rizgariyê demeke kurt ma. Li bendê bin, em tên!”

Manîfestoya hilbijartina 24’ê Hezîranê ya namzetê serokkomariyê Selahattîn Demîrtaş li Enqereyê li Otela Hîltonê hate eşkerekirin. Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan di civînê de axivî û diyar kir ku ew ê teqez bi ser bikevin.

Bûldan di civînê de axivî û ev tişt got:

“Ji bo guherandinê, ji bo guherandina bi hev re, em tên!

Ji bo jiyana wekhev û azad em tên!

Em ji bo edaletê tên!

Ji bo destpêkeke ku em hemû bedewiyên welat bi hev re par ve dikin, em tên!

Ji bo destpêkirina rojên xweş û tu kes ji dahatûya xwe endîşeyan nake, em tên!

Ji bo jiyaneke ku her kes keda xwe bi dest dixe û ji bo jiyaneke wekî mirovan em tên!

Em Ege ne, Behra Spî ne, Serhat in, Botan, Amed in!

Em Anadolû û Mezopotamya ne.

Em, govend, horon û zeybek in.

Em stran, lawij û sema ne.

Em nasname, bawerî û çanda vê axê ne.

Em gelên berxwedêr in ên ku li ser axê ji bo rûmet û azadiya xwe li ber xwe didin.

Em gundiyên kedkar in.

Em karker in ên ku şev û rojan li fabrîkeyan dixebitin.

Em jin in, dê ne.

Em ciwan in, ên ku hêviya dahatûyê ne.

Em malnişînên porspî ne.

Em hêzên demokrasiyê ne, yên ku bi salan e ji bo demokrasî, azadî û kedê dixebitin.

Em jin,karker û kedkara in, ên ku li qadan li ber xwe didin.

Em Dayîkên Aştiyê ne, yên ku bi salan e ji bo aştiyê têdikoşin.

Em Dayîkên Şemiyê ne

Em bi hev re EM in.

Em ji bo guherandina feraseta yekparêz tên.

Em ji bo ronîkirina tarîtiya împaratoriya tirsê tên.

Me gelekî bêriya ken kiriye. Ji bo ku em vê hesreta xwe bi cih bînin, em tên!

Ji bo ku em rêzdar Demîrtaş bikin serokkomar, em tên!

Ez nabêjim namzetê me Demîrtaş, êdî ew Serokkomarê me ye. Ji ber ku êdî ew Serokkomarê bi milyonan kesan e. Rêzdar Demîrtaş Serokkomarê gelê Kurd e, yê hêzên demokrasiyê ye.

Rêzdar Demîrtaş jiyana azad û wekhev temsîl dike.

Kesên ji wî ditirsin û ew xistine girtîgehê ji çi ditirsin?

Ew, rabirdûya bi zext û zor temsîl dikin.

Ew ê tercîha Tirkiyeyê çi be?

Ronahî yan tarîtî?

Serokkomarekî rûken, dikare rûyê hemû welat bide kenandin. Dikare reşbînî û bêhêviyê biqedîne.

Em dibêjin hindik ma, em ê rojên xweş bibînin!

Li bendê bin, Demîrtaş tê!

Li bendê bin HDP tê, ya ku maka hêvî û cesareta gelan e!

Rêhevalên hêja, li ser vê rêyê em bi gavên jixwebawer bi pêş ve diçin.

Ligel hemû zextan HDP neqediya. Em li qadan in, li ba gelê xwe ne!

Em zêde dibin û xurt dibin!

Her ku wan xwestin me bêdeng bikin, em qîriyan û me li ber xwe da!

Em tên ku, ji bo em bi hev re welat bi rê ve bibin!

Êdî dem dema serkeftinê ye. Em ê bi ser bikevin!

Em bi gel, ciwan, jinan û karkeran bi ser bikevin!

Azadî û demokrasî ew ê bi me re, bi HDP’ê re bi ser bikeve.

Ew ê dengê karker, jinan û ciwanan vê zilmê biqedîne.

Em dibêjin dengek dikare her tiştî biguherîne. Em dibêjin BI TE RE EW Ê BIGUHERE.

Dibe ku derfetên wan hebe, lê hêza me ye. Hêza me ya gel û têkoşînê ye.

Dema çûk diçe ser darê, ji darê zêdetir baweriyê bi baskên xwe tîne.

Armanc û hedefa me azadî, aştî, wekhevî û edalet e. Em jiyaneke azad û bi rûmet dixwazin.

HDP ronahî û cesaret û hêviya gelan e.

Ji bo dahatûyeke ronî em hêz û enerjiyê bidin vê ronahiyê da ku bila tu kes di tariyê de nemîne.

Dengê me rûmeta me ye. Em xwedî li dengê xwe derkevin!

BAWER BIN KU EM Ê BI SER BIKEVIN!

Di 7’ê Hezîranê de em bi ser ketin, em ê di 24’ê Hezîranê de jî bi ser bikevin!

Em vê sozê didin gelê xwe; HÛN NE BI TENÊ NE!

Em bi we re ne!

EM BI HEV RE EM IN!”