‘Pereyên girtiyan bi faîz tên xebitandin’
‘Pereyên girtiyan bi faîz tên xebitandin’
‘Pereyên girtiyan bi faîz tên xebitandin’
Di nameya Desteya Rêveberiya Komeleya Civaka Sivîl a di Pergala Înfazê ya Ceza de (CISST) a têkildarî binpêkirinên mafan ên di girtîgehên Tirkiye û Kurdistanê de ya bi serenavê, "Ji Midûr û Personelên Girtgîgehê re Nameya me ya Aşkera ye” wiha hat gotin, "Em dizanin ku pereyên 150 hezar girtiyên di ‘emanetê’ de ji aliyê rêveberiya girtîgehê ve bi faîz tên xebitandin.”
CISST di nameyê de diyar kir ku wek rêxistineke sivîl xwestin fêr bibin bê ew pere li ku derê tên xerckirin, lê ji bilî rêvebernameyê tiştek ji wan re nehatiye ragihandin û wiha hat gotin, "Em wer dihizirin ku dahata ji pereyên girtiyan tên dîsa ji bo girtian bên xerckirin û di vê mijarê de em zewlalbûnekê girîng dibînin.”