Pere têra Erdogan nake!
Erdogan di navbera du hilbijartinan de di asteke rekorê de pere xerc kir.
Erdogan di navbera du hilbijartinan de di asteke rekorê de pere xerc kir.
Li gorî nûçeya rojnameya BîrGunê, Serokkomariya ku heta meha Hezîranê 76 mîlyon 612 hezar lîre ji budçeyê xerc kir, di pêvajoya navbera du hilbijartinan de 254 mîlyon 178 hezar lîre xerc kir.
Budçeya 379 mîlyon lîre di destpêka sala 2015'an de jê re hat veqetandin, 148 mîlyon 278 hezar lîreyên din zêde kir û derxist 545 mîlyon 278 hezar lîre.
PEREYÊ DI NAVA DEH MEHAN DE XERC KIR: 330 MÎLYON
Serokkomariyê di nava pênc mehên destpêkê yên salê de 76 mîlyon 612 hezar lîre xerc kir. Di pênc mehên piştî hilbijartinên Hezîranê de ev pereyê hat xerckirin gihîşt 254 mîlyon 178 hezar lîreyî. Pereyê ku Serokkomariyê di nava deh mehan de xerc kir gihaşt tevahiya budçeya ji 397 mîlyon lîreyî û bû 330 mîlyon 790 hezar lîre.
Her wiha ji Serokwezaretiyê re jî 929 mîlyon 119 hezar lîre budçe hat veteqandin. Lê belê ji ber ku ev budçe têra Serokwezaretiyê nekir, bi du qatan zêde kir û derxist 1 mîlyar 984 mîlyon 691 hezar lîreyî.
DI NAVA 6 SALAN DE ZÊDEYÎ 100 MÎLYON ZÊDE KIR
Budçeyên beriya niha ji bo Serokkomariyê hatibûn diyarkirin bi vî rengî bûn:
2008: 55 mîlyon 561 hezar
2009: 69 mîlyon 300 hezar
2010: 72 mîlyon 500 hezar
2011: 116 mîlyon 900 hezar
2012: 138 mîlyon 700 hezar
2013: 157 mîlyon 600 hezar
2014: 199 mîlyon 500 hezar