Pençeşêra pişikê beriya veguhere tumorê dikare bê teşhîskirin

Pençeşêra pişikê beriya veguhere tumorê dikare bê teşhîskirin

Di nexweşiya pençeşêra pişikê de ji bo teşhîsa zû pêşketinek girîng pêk hat. Lêkolînerên Fransayê diyar kirin ku beriya ku hucreyên kanserê veguherin tumorê dikarin teşhîs bikin û bi saya testa nû wê nexweşiyê 3 salan zûtir tespît bikin.

Di lêkolîna ku di kovara Plos One de hatiye weşandin  ji 245 kesî mînak hat giritn. 168 kes jî nexweşên pişikê (KOAH) bûn.

TUMORÊN SÊ SAL BERÊ HATIN TESPÎTKIRIN VEGUHERÎN TUMORÊ

Di encama testa xwînê lêkolîna radyolojî û kontrolên din ên tenduristiyê de tu tumorek nehat tespîtkirin û di 5 kesî de hucreyên ku rê li ber pençeşêrê vedike hatin dîtin. Hatin dîtin ku ev hucre bi tevgerin û di kesên mijara gotinê de bi rêya radyolojiyê  pençeşêr e lê bi salan şûnde hatiye tespîtkirin.

Berpirsê ekîbê Prof Paul Hofman ji ajansan Reuters re axivî û diyar kir ku nexweşiya pençeşêrê tenê bi kesên ku ev hucreyê tumorê yên bi tevger  hene de pêş ketiye. Hat gotin ku bi yekî ji van kesan re bi rêya radyolojiyê teşhîsa pençeşêrê  ji bo dîtina van hucreyan 3 sal şûnde mimkun e.

TEŞHÎS HATIN PIŞTRASTKIRIN

Hofman da zanîn ku saya rêbaza ku pêş xistine, kesên rîska wan a pençeşêrê heye, beriya ku nexweşiya pençeşêrê derkeve holê dikarin emeliyat bikin û şansê zêdekirina jiyana wan bilind bikin. Hofman da zanîn ku ji sedî 15'yê nexweşiyan dikare bê teşhîskirin

Testa ku li nexweşiya zanîngeha bajarê Nîce hat ceribandin, ji aliyê Zanîngeha Descartes û Nexweşxaneya Herêmî ya a Parîsê ya Rarecells Diagnostics hat pêş xistin. Lê hat gotin ku niha nikarin vê testê giştî bikin.