Angela Merkel di sala 2005’an de li Elmanyayê bû serokwezîr û di dema desthilatdariya AKP’ê de Elmanya-Tirkiye nêzî hev bûn. Her çiqas AKP kelepora Mîllî Goruş’ê red bike jî tê zanîn ku damezirînerê Mîllî Goruş’ê Necmettîn Erbakan û derdora wî ji ekola Elmanyayê ne. Di vê serdemê de di navbera Elmanya-Tirkiyeyê de têkiliyên xurt çêbûn.
Îro li Elmanyayê 3 milyon Tirkiyeyî dijîn û li Tirkiyeyê jî 50 hezar hemwelatiyên Elman dijîn. Dema ku mirov li têkiliyên bazirganî yên Tirkiye û Elmanyayê dinihêre dibîne ku li gorî daneyên sala 2016’an hecma bazirganiyê 36.8 milyar Euro ye. Hejmara şîrketên Elmanyayê yên li Tirkiyeyê 6 hezar e. Li tu welatî evqas şîrketên Elmanyayê tune. Herdu welat jî dixwazin têkiliyên wan ên ekonomîk di asta jor de be.
Desthilatdariya AKP’ê di polîtîkaya Rojhilata Navîn a ku ji teza ‘Kûrahiya Stratejîk’ a Wezîrê Karê Derve yê wê Demê Ahmet Davûtoglû ava kiribû, dixwest teşeyê bide Rojhilata Navîn. Serhildanên Bihara Ereban a ku li Tûnûsê dest pê kir dema ku xwe gihand Misir û Lîbyayê, Tirkiyeyê tevî Katar û Erebistanê troykayek ava kir û piştgiriya mûxalîfên Esad kir û xwestin ku Esad dev ji desthilatdariyê berde.
Serokwezîrê wê demê Erdogan ê ku tevî Esad li maçan temaşe dikir û bi malbatî diçûn serdana hev, xwest vê krîzê bike firsend. Serîhildana çekdarî a ku di sala 2011’an de li Hama, Hûmûs, Îdlîb û Şamê dest pê kir, şeş sal in didome. Di vî şeş salî de gelek rêxistin li Sûriyeyê ava bûn. Artêşa Azad a Sûriyeyê û komên din ên ku Troykayê piştgiriya wan dikir ji aliyê DAIŞ’ê hatin paqijkirin. Çekên van koman ketin destê DAIŞ’ê. Di sala 2014’an de li Sûriyeyê Kurd di berxwedana li dijî DAIŞ’ê de bûn hêzeke xurt. Bi dirêjbûna şerê navxweyî yê Sûriyeyê re, bi milyonan koçber ji ser Tirkiyeyê dan ser rêya Yekîtiya Ewrûpayê û vî tiştî têkiliyên Tirkiye û Yekîtiya Ewrûpayê tengijand.
BI PÊLA PENABERAN RE HEVSENGÊN KU HATIN GUHERTIN
Di hevdîtinên dîplomatîk ên di navbera Tirkiye û Yekîtiya Ewrûpayê de çareserî ji bo kêşeya penaberan nehate dîtin. Erdogan ê ku xwest li Tirkiyeyê pergalê biguherîne û yekzilamiya xwe tescîl bike li hemberî Yekîtiya Ewrûpayê ev krîz bi kar anî. Merkel di sala 2016’an de gelek caran hat Tirkiyeyê. YE çavê xwe ji bêhiqûqiya li Tirkiyeyê, pêkutiya li ser Kurdan û girtina kesên mûxalîf re girt. Di encama van hevdîtinan de di navbera Tirkiye û YE’yê protokola penaberan hate îmzekirin. Ligel vî tiştî jî Tirkiyeyê car caran got ku ew ê ji bo 3 milyon Afganên ku ji Afganistanê hatine û li Îranê kampan dimîne jî deriyan veke û bi vê gotinê re şantaj li YE’yê dikir.
Vê nêzikbûna di vê serdemê de ya ku di navbera Merkel û AKP’ê pêk hat, ji ber biryara Parlementoya Elmanyayê ‘Bila bûyerên li ser Ermenan bi navê qirkirinê were naskirin’ a di sala 2016’an de, dîsa alozî ket nav têkiliyan. Tirkiyeyê gazî Sefîrê Elmanyayê kir. Lê ligel vî tiştî jî Merkel gelek caran çû Tirkiyeyê û bi Erdogan û Davûtoglû re civiyan.
PÊNGAVA DARBEYA 15’Ê TÎRMEHÊ ALOZÎ DÎSA KETE NAV TÊKILIYAN
Piştî hewldana darbeya 15’ê Tîrmehê ya ku bi ser neketibû, gelek endamên cemaeta Gulenê îltîcayî Elmanyayê kirin. Ji ber ku Elmanyayê ev kes qebûl kir û deriyê xwe ji mamoste û rojnamevanên ku pêkutî li ser wan heye vekir, di navbera Tirkiye-Elmanyayê nîqaşên kûr çêbûn. Bi qebûlkirina daxwazên îltîcayê re aloziya di navbera Elmanya û Tirkiyeyê zêdetir bû.
Beriya referandûma 16’ê Nîsanê Elmanyayê destûr neda ku wezîrên AKP’ê û Erdogan mîtîngan li dar bixin û vî tiştî dîsa alozî xist nav têkiliyên di navbera herdu welatan de. Elmanyayê qedexe kir ku Erdogan bi rêya telekonferansê beşdarî mîtîngan bibe. Tirkiyeyê gazî Sefîrê Elmanyayê kir nota dayê û Elmanyayê jî nerazîbûneke tund nîşanî vî tiştî da.
Di çarçoveya têkoşîna li dijî DAIŞ’ê de li Baregeha Hewayî ya Încîrlîkê nêzî 260 personelên leşkerî yên Elmanyayê dixebitîn. 6 balafirên keşfê yên Tornado û balefireke sotemeniyê ya Aîrbûs a artêşa Elmanyayê li Baregeha Încîrlîkê bû. Ev balefir di operasyonên li dijî DAIŞ’ê yên li Sûriye û Iraqê de dihatin bi kar anîn.
Piştî biryara Naskirina Qirkirina Ermenan a meclîsa Elmanyayê, Enqereyê destûr neda ku parlementerên Elmanyayê biçin serdana leşkerên li baregehê. Destûr ji hin parlementeran re hat dayîn ku biçin serdana baregeha li Konyayê. Piştî ku parlementerekî Partiya Çep ê di heyetê de got “Li gorî min PKK ne rêxistineke terorî ye” serdana baregeha li Konyayê jî hate betalkirin. Piştî ku destûra serdanê nehat dayîn Elmanyayê diyar kir ku wê leşkerên xwe ji Încîrlîkê bibe Urdunê.
‘HETA KU EZ LI VÊ DERÊ BIM WÊ YUCEL DI GIRTÎGEHÊ DE BE’
Tirkiyeyê bi hinceta ku tiliya wan di derbeyê de heye, bi rêya MÎT’ê hin general ji Elmanyayê xwest. Piştî ku Elmanyayê general neda, Tirkiyeyê jî rojnamevan Denîz Yucel ê ku him hemwelatiyê Elmanyayê ye û him jî hemwelatiyê Tirkiyeyê bi sedema ku ‘propangandaya terorê kiriye û gel ji bo kîn û dijminatiyê tehrîk kiriye’ di 14’ê Sibata 2017’an de binçav kir.
Yucel du hefteyan di binçavan de ma û di 27’ê Sibatê de hate girtin. Hikumeta Elmanyayê sedemên girtina Denîz Yucel maqûl nedît û daxwaza ku bila Yucel serbest were berdan gelek caran di hevdîtinên asta jor û li ber raya giştî diyar kir. Serokkomarê Tirk Erdogan jî têkildarî îadekirina Yucel got, “Wê tu carî pêk neyê, heta ku ez li ser vê peywirê bim wê pêk neyê”. Lê piştre derket holê ku Tirkiyeyê xwestiye ku Yucel û hin generalên îltîcayî Elmanyayê kirine, bi hev werin guhertin. Lê ligel vî tiştî jî Yucel hê jî girtî ye.
LEPIRSÎNA DÎTÎBÊ
Derket holê ku meleyên Yekîtiya Tirk-Îslam a Karên Diyanetê (DÎTÎB) ên ku li Elmanyayê saziya fermî ya diyanetê ya dewleta Tirk e, ji bo MÎT’ê agahî kom kirine û şandine ji Enqereyê re. “Meleyên sîxur” ên girêdayî rejîma Erdogan di raya giştî ya Elmanyayê de bal kişandin. Tê gotin ku meleyên DÎTÎB’ê têkildarî 28 kes û 11 saziyan agahî dane Enqereyê. Tê diyarkirin ku lîste bi fermana Serokatiya Karên Diyanetê li herêmên Koln, Dusseldorf û Munîhê ji aliyê meleyên DÎTÎB’ê hatiye amadekirin. Li gorî çapemeniya Elmanyayê têkildarî 20 hemwelatiyên Tirkiyeyê lêpirsîna sîxurtiyê hatiye destpêkirin.
ELMANYAYÊ KURDÊN KU JI ALIYÊ MÎTÊ HATINE FÎŞKIRIN VEDIŞÊRE
Di lêpirsîna têkildarî DÎTÎB’ê de derket holê ku meleyên DÎTÎB’ê Kurd jî fîş kirine û ev lîste dane MÎTê û hin endamên DÎTÎB’ê li ser navê MÎT’ê xebitîne. Ji xeynî vî tiştî jî lîsteya siyasetmedarên Kurd ên ku Tirkiyeyê daye Elmanyayê jî, ji aliyê hikumeta Elmanyayê hatiye veşartin. Li hemberî vê skandala ku parlementerên Elmanyayê derxistin holê, polîsên Elmanyayê ji bo ewlehiyê hişyarî daye hin siyasetmedarên Kurd. Lê ligel hemû bangewaziyan Elmanya diyar nake ku gelo kî di vê lîsteyê de ne.
Ligel ku di navbera Elmanya û Tirkiyeyê ev kêşe hene, li Ewrûpayê tekane hikumeta ku alayên YPG û YPJ’ê qedexe dike, hikumeta Merkelê ye. Elmanyayê bi hinceta ku posterê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alayên PKK’ê vekiriye, doz li gelek Kurdan vekiriye. Li hemberî vê biryara Elmanyayê Kurdên li Elmanyayê di hemû çalakî û daxuyaniyên xwe de vê biryarê nas nakin û poster, ala û flamayan hildidin.
Dîsa li Elmanyayê di 10 salên dawîn de nêzî 20 siyasetmedarên Kurd hatin girtin. Ji 2 sal û nîvan heta 3 sal û nîvan ceza li van kesan hate birrîn. Derket holê ku têkildarî hin siyasetmedarên Kurd hin lêpirsîn jî hatiye vekirin.
Ji ber ku lêpirsînên têkildarî şîrketên Elmanyayê yên li Tirkiyeyê kete çapemeniyê, Elmanyayê biryar da ku têkiliyên ekonomîk ên bi Tirkiyeyê re ji ber çavan derbas bike. Hikumeta Merkelê biryar da ku ji bo veberhênanên şîrketên Elmanyayê yên li Tirkiyeyê nebe garantor, ji bo hemwelatiyên Elmanyayê Tirkiye welatê ne ewle hate îlankirin. Li ser vî tiştî Tirkiyeyê lîsteya şîrketan a ku dabû Elmanyayê bi paş ve kişand û ji bo ku veberhênanên Elmanyayê ji Tirkiyeyê nerevin, bi şîrketên Elman ên li Tirkiyeyê re civînek li dar xist. Ev bû tawîza pêşîn a desthilatdariya Erdogan a li hemberî hikumeta Merkel.
MERKEL WÊ PIŞTÎ 24’Ê ÎLONÊ ÇI BIKE?
Binçavkirina parêzvanên mafên mirovan ên li Buyukadayê û girtina Peter Steûdtnerê ê Elmanyayê, rakêşiya di navbera Tirkiye-Elmanyayê jî zêdetir kir.
Wezîrê Maliyeyê yê Elmanyayê Wolfgang Schaeûble got ku Tirkiye di têkiliyên xwe yên sedsalî de yên bi Elmanyayê re qumarê dilîze.
Schaeûble ji rojnameya Elman a Bîldê re axivî û got, “Erdogan şirîkatiya sedsalî dixe xetereyê. Gelekî heyf e, ji ber ku gelek tişt hene ku me bi hev girêdide. Lê em nikarin destûrê bidin ku şantajê li me bikin.” Wezîrê Karê Derve Sîgmar Gabrîel jî diyar kir ku di rojên pêş de wê ligel hevkarên xwe yên Ewrûpayê li ser endamtiya Tirkiyeyê ya YE’yê jî bisekinin.
Ji bo têkiliyên di navbera Tirkiye û Elmanyayê de sererast bibe gelo wê desthilatdariya Erdogan tawîzan bide? Enqereyê gotibû ku lîsteya şîrketên Elmanyayê şaş hatiye fêmkirin û bi awayekî biçûk be jî li hemberî Berlînê tawîz dabû. Herî dawîn jî bi awayê ku “Heyeta NATO”yê be destûr dabû ku komeke parlementerên Elmanyayê biçin serdana leşkerên li Konyayê. Lê piştî van “tawîzên biçûk” gelo wê “tawîzên mezin” jî werin?
Elmanya dixwaze heta ku tawîzên ciddî pêk neyên, ji bo sererastkirina têkiliyên bi Enqereyê re gavan neavêje. Erdogan û koma wî jî dibêjin “Em naxwazin ku Elmanya gotinê li me bixe” û naxwaze li ber raya giştî tawîzan bide. Ji ber ku dizane tawîzek were dayîn wê yên din jî pê re werin. Erdogan wekî ku li Pûtîn û Îsraîlê kiribû, dikare bi “dîplomasiya li paş deriyên girtî” têkiliyên xwe yên bi Merkel re sererast bike.
Lê li pêşiya Merkel jî hilbijartinên 24’ê Îlonê heye. Reqîbê wê siyasetmedarê demokrat ê sosyal Schûlz li bendê ye ku gavên bi paş ve yên Merkel ên li hemberî Erdogan li qadên hilbijartinê pêk bîne. Koma Merkelê hay ji vê yekê heye û dibe ku di rojên pêş de li hemberî Erdogan dengê xwe zêdetir bikin. Ji ber ku Merkel dizane ku kêfa hilbijêrên wê ji helwesta wê ya tund a li hemberî Erdogan re tê.
Bi her awayî wisa xuya dike ku wê Merkel dîsa bibe serokwezîr. Ev ji bo Merkelê wê bibe serdema çaremîn û bi vî awayî bi 16 salên li desthilatdariyê wê bigihêje rekora Helmût Kohl. Nediyariya bingehîn a bi desthilatdariya Erdogan re wê piştî 24’ê Îlonê be. Wê ‘siyaseta hevalbendiyê’ ya wê û Erdogan dîsa bibe wekî berê? Yan jî di dostaniya Elmanya û Tirkiyeyê ya 300 salan de wê serdemeke nû dest pê bike. Bêguman di vê serdemê de wê para pêşveçûnên li Rojhilata Navîn, têkoşîna li dijî Erdogan û berxwedana li Kurdistanê jî zêde be.