Partiyên siyasî nerazîbûn nîşanî operasyona qirkirina siyasî da

Operasyonên qirkirina siyasî ya hikûmeta Tirk a di bin navê ‘lêpirsîna Kobanê’ de HDP kir hedef, partî û saziyên siyasî nerazîbûn nîşanî vê dan.

Partiyên siyasî nerazîbûn nîşanî operasyonê qirkirina siyasî ya li ser HDP’ê hate kirin da.

TJA

Tevgera Jinên Azad (TJA), derbarê operasyon û binçavkirina li dijî siyasetmdarên HDP’ê daxuyaniyek nivîskî weşand û bertek nîşan da. Di daxuyaniyê de, wiha hat gotin: “Tifaqa zilam a AKP û MHP’ê ya li welat, her roja ku diçe polîtîkayên xwe yên dijminane dewam dike.”

TJA’yê di daxuyaniya da de wiha got: “Di operasyona navenda wê Enqerê de, jin jî hatin destgîrkirin. Ev êrîş û polîtîkayên faşîst ên li dijî tevgera jinên azad û Meclîsa Jinan a HDP’ê ne nû ne. Her ku tifaqa zilam a AKP û MHP’ê tengav dibe, êrîşî jinan dike û hewl dide têkoşîn û vîna jinan teslîm bigire. Bila baş bê zanîn bi girtin û binçavkirinên jinan, wê nekarin têkoşîna me bêdeng bikin. Heya niha tu desthilatdariyê nekariya berxwedana me tune bike û me teslîm bigire.”

Di dawiya daxuyaniyê de, ev peyam hat dayîn: “Yên ku difikirin, wê bi operasyonên xwe yên qirkirinê me têk bibin, bila baş zanibin ku di nava xeyal û derewek pir mezin de ne. Em ê weke TJA’yê li dijî feraseta zilam a AKP’ê ya êrîşkar, faşîst, mîlîtarîst û zayendperest, ji têkoşîna xwe ya azadiyê gavekê jî paşve ne avêjin. Emê di hemû qadên jiyanê de, têkoşîna xwe bilindtir bikin. Emê rêxistinbûyîna xwe bihêztir bikin. Emê xwe biparêzin û em xwe diparêzin.”

PARTIYA ŞOREŞGER

Seroka Giştî ya Partiya Şoreşger Elîf Torûn: Ne darazê, îqtîdara AKP û MHP’ê operasyon pêk aniye. Wê ev operasyon nikaribe HDP’ê û sosyalîstan bêzar bike. Em bi hemû hêza xwe li cem HDP’ê ne. Ev operasyona qirkirina siyasî ye. Em pêkhateyên HDP’ê ne. Ev operasyon li dijî me hemûyan hatiye kirin.

ESP

Hevserokê Giştî yê Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Şahîn Tumuklu: AKP dixwaze bi van operasyonan krîz û aloziya di nav de ye taloq bike. Hêj tehamûlî serkeftina Kobanê nakin. Hêj hesabê vê yekê ji HDP’ê dipirse. Kobanê neket. HDP jî hesabê Kobaniya neketiye dipirse. Tola Kobanê ji HDP’ê distînin. Di serî de gelê kurd, yên di têkoşîna azadiyê de dixebitin, elewî, jin, ciwan, karker û kedkar divê li dijî faşîzmê rabin û bertekên xwe nîşan bidin.

SYKP

Hevseroka Giştî ya Partiya Rizgariya Jinûve ya Sosyalîst (SYKP) Canan Yuce: AKP bi van operasyonan dixwaze îşkenceya li Wanê normalîze bike. Dixwaze HDP’ê bidin tirsandin. AKP û MHP dixwaze fajîşzma xwe li ser pêya bigire û sazîbûna wê çê bike.

PARTIYA ÇEP A KESK

Hevberdevkê Partiya Pêşeroja Çep a Kesk Sînan Tûtal: Îqtîdar her ku aciz û neçar û tengav dibe êrişî HDP’ê dike. Dixwaze bi êrişên ser HDP’ê re temenê xwe dirêj bike. Ya rast ev pûçbûna îqtîdarê dide nîşandan. Di nava civakê de her ku diçe rewabûna xwe winda dike. Wê ev êriş nikaribin HDP’ê û muxalîfan bêdeng bikin.

EMEP

Seroka Giştî ya Kedê (EMEP) Selma Gurkan: Ev operasyon ne bi hiqûqî û ne bi darazî jî bi tu awayî nayê ravekirin. Wê tu hiqûq û edalet ji dozgerek biçe li qesrê daweta xwe bike dernekeve. Em îqtîdarek zilmkar re rûbirû ne. DAIŞ’ê gelek komkujiyan li Tirkiyê pêk anî. Di wan rojên komkujiyên DAIŞ’ê de gotinên “Kobanê ket û wa dikeve” yên Tayyîp Erdogan hêj di bîra me de ye. Hêj hesabê wê yekê ji HDP’ê dipirsin ku çima Kobanê neketiye.

CHP

Parlamenterê CHP’ê yê Stenbolê Alî Şeker: Ev operasyon darbeyek li dijî siyaseta demokratîk e. Îqtîdar dixwaze rojeva Tirkiyê biguherîne. Ev operasyon çavtirsandina li ser muxalefetê ye. Lê rastiyên welat hemû li holê ne. Wê bi bêdengkirina çapemenî û siyasetê nikaribin tiştên diqewimin asteng bikin.

TÎP

Serokê Giştî yê Partiya Karkerên Tirkiyê (TÎP) Erkan Baş: Bi vê operasyonê dixwazin HDP’ê li derveyî siyasetê bihêlin. Dixwazin berxwedan HDP’ê bişkênin û bêbandor bikin. Berê jî gelek caran hat ceribandin bi ser neket. Ne mimkin e ji vê saetê şûn ve jî bi dîlgirtina gelê kurd bi ser bikevin.

MALÊN GEL

Seroka Giştî ya Malên Gel Nebiye Mertturk: Ev operasyonek kemînê ya li dijî muxalefetê ye. Ev şerma dozger û hikumetê ye. Çalakiyên Kobanê xwedî wateyek girîng a li dijî faşîzmê bû. AKP vê ji bîr nekiriye. Bûyerên 6 sal berê niha jî bi hêcetên pûç û bêbinî radibin li dar dixin. Em behsa îqtîdarek bêhiqûqiyê ji xwe re wek hiqûqê dibîne dikin. HDP berê jî li ber xwe da û wê ji niha şûn ve jî li br xwe bide. Wê HDP van êrişan ji ser xwe biavêje. Em her tim li cem HDP’ê ne û palpiştê wan in.

PARTIYA PÊŞEROJÊ

Alîkarê Serokê Giştî yê Partiya Pêşerojê û Berdevkê Partiyê Selîm Temûrcî: Belê raste teror xeta sor a me hemûyane. Lê hûn nikarin partiyek siyasî ya li hemberî xwe weke terorîst îlan biklin û bixin amûrê darazê. Heya ku ev helwest hebe, em ê nekarin Tirkiyeyê demokratîk ava bikin. 6 sal bi seer bûyerên Kobanê re derbas bûn. Gelo piştî 6 salan çima ev destgîrkirin? Ma hev mirov berê nehatibûn darizandin? Em pirs dikin? Hûn dixwazin dijberên xwe xayîn û çete îlan bikin û bi vî awayî li ser siyaseta bekayê qoltixên xwe biparêzin. Divê êdî ev çerx bê guhertin. Pêwîste ku em vê listikê bibînin û bi hev re xirab bikin. Nêrîna me ya siyasî çi dibe bila bibe, divê em li dijî zilmê û neheqiyê rawestin û ezmûna vê yekê bidin.

PARTIYA SAADETÊ

Berdevkê Partiya Saadetê Bîrol Aydin: Bi înat baweriya bi edaletê, tê hejandin. Gelo piştî 6 salan çi guherî. Ji xwe darizandin çêbibû û hatibûn berdan. Divê desthilatdarî, dest ji van kiryarên xwe ber de. Ger ev mirov sûcdarin; wê demê dadger û dozgerên vî welatî berî 6 salan li ku derê bûn? Kes tu wateyê nade van binçavkirinan. Heyfa mirovên me û welatê me ye.